Li Stockholmê pêşangeha şêwekarên Iraqî

Li paytexta Swêd Stockholmê, pêşangeheke wêneyan a ji berhemên şêwekarên Iraqî hate vekirin. Yek ji hunermendên ku wêneyên wê hate nîşandan, jina Kurd Ronak Ezîz bû.

Pêşangeh li Folkethuset a taxa Hallunda ya Stockholmê hate vekirin û berhemên 25 şêwekarên Iraqî hatin nîşandan.

Yek ji hunermendên ku berhemên wan hatin nîşandan, jina Kurd Ronak Ezîz e ku ji Başûrê Kurdistanê ye.

Di vekirina pêşangehê de Balyozê Iraqê  Ehmed Elkemalî jî amade bû. Elkemalî spasiya şêwekarên ji Iraqê kir û got, "Ez kêfxweş im ku îro li vir im. Dibînim ku jinek Kurd jî beşdar bûye. Hûn hemû rengê welatê me ne."

Nêzî 25 hunermendên şêwekar ên ji welatên Rûsya, Polonya, Yewnanîstan, Danîmark, Îngilîstan, Mexrib, Misir û ji gelek welatên din hatibûn, her yek bi şêwaza xwe ya wêneyên taybet beşdar bûn.

Jina Kurd a bi navê Ronak Ezîz ku ji bajarê Göteborg hatibû, bi 3 tabloyan abstrakt beşdarî bû.

Pêşangeh nêzî 3 saetan domand û rastî eleqeyeke mezin a hunerhezan hat.