Li Silêmaniyê sibê Festîvala Surna destpê dike

Festîvala Surna ji bo Pêşxistina Hunera Kurdî sibê li Hola Telarî Huner a bajarê Silêmaniyê destpê dike û wê 2 rojan berdewam bike.

Li Silêmaniyê wê di rojên 25 û 26'ê Cotmehê de ji aliyê Rêxistina Niwêger a ji bo Pêxistina Hunera Kurdî ve Yekemîn Festîvala Stran û Muzika  Resen a Kurdî  tê lidarxistin. Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê ji piştgiriyê dide festîvalê. Wê festîval li Hola Tewarî Hunerî ya Silêmaniyê pêk were.

 

Nêzî du mehane Rêxistina Niwêger ji bo amadekariyan dike. Armanca festîvalê pêşxistina hunera Kurdî ye û komkirina mûzîk û stranên cuda ên herêma Başûrê Kurdistanê ye. Festîval wê sibê seat 16:00’an destpê bike û 2 rojan dewam bike.

Rêveberê berhemên festîvalê Rêbaz Qadir di civîna çapemeniyê de axivi û got; “Amadekariyên ji bo festîvalê bi dawî bûne. Festîval wê sibê destpê bike û em keyfxweşin ku wê li herêmên cûda yê Başûrê Kurdistanê çand û mûzîka cuda li paytexta rewşenbiryê kom bibe.”

Li aliyê din rêveberê giştî yê festîvalê Herdî Semîr têkildarî festîvalê wiha got; “Armanca festîvalê parastina çand û mûzîka Kurdî li Başûrê Kurdistanê ye. Her tim êrîş li ser çand û mûzîka Kurdî heye. Di yekemîn festîvalê de em ê çandên cûda yên Başûrê Kurdistanê kom bikin.”

Ji bajarên Kerkûkê, Silêmanî, Dihok, navçeyên Ranya, Helebce, Mexmûr, Şengal, Çemçemal, Koyeyê û Hewraman 12 komên mûzîk û stranan beşdarî festîvalê bibin. Wê her yek berhemên herêma xwe pêşkêş bikin.

Wê festîval du rojan berdewam bike. Wê rojane saet 16:00'an destpê bike û saet 19:00'an bi dawî bibe. Wê her kom 2 berhemên herêma xwe pêşkêş bikin.