Li ser jiyana ozan Mehmet Çapan dokûmanterek hate amadekirin

Galaya dokûmantera li ser jiyana ozanê Dersimî Mehmet Çapan, li Stûttgartê hate kirin. Di galayê de girîngiya zimanê dayikê hate destnîşankirin.

Ozanê gel ê Dersimî Mehmet Çapan yek ji kesayetê girîng e di muzîka Kirmanckî de. Demeke dirêj cihê xwe di nava Koroya Dostan a Rûhî Sû de girt. Li ser jiyana Mehmet Çapan dokûmanterek hate amadekirin. Nivîskar û muzîsyen Hasan Saglam derhêneriya dokûmantera bi navê "Mem-yên bi têlên tenbûrê aliqî ne" kir.

Galaya dokûmanterê li Delphî Arthaûs Kîno ya Stûttgartê hate kirin.

Suren Asadûryan ku ji Ermenistanê tevlî galayê bûy, destpêkê klama "Sari Gelîn" got. Piştre tevî bilûrvan  Devrîm Kavalli dest bi strana "Tûrnam" kir.

'ZIMANÊ ME NEBE EM JÎ NÎNIN'

Alî Haydar Sever ku Dersimiyê herî extiyar ê li Stûttgartê ye, li galayê axivî. Sever destpêkê komkujiya li Hanaûyê şermezar kir û got, "Siyasetmedarên Tirk jî nêrînên bi vî rengî eşkere tînin ziman û pêşî li komkujiyên wiha vedikin."

Di destpêka Galayê de Sever her wiha got, "Hewl didin zimanê me tine bikin. Eger zimanê me nebe em e jî nînin."