Li San Francisco qeza balafirê
Li San Francisco qeza balafirê
Li San Francisco qeza balafirê
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, balafireke rêwiyan a bi tîpa Boeing 777 gava "ji neçarî" dadiket Balafirgeha San Francisco, ket xwarê.
Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeing 777 a Rêyên Hewayî ya Asiana, gava dadiket Balafirgeha San Francisco ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ket xwarê. Der heqê mirî û birîndaran de heta niha agahî nehatin bi dest xistin.
Hat ragihandin, balafira ji paytexta Başûrê Kore Seulê bi rê ketibû, gava "ji neçarî" dadiket pîsta bi hejmara 28'an, li erdê ketiye. Li gorî agahiyan di balafirê de 300 rêwî hene.