Li Rûsyayê Qursa zimanê Kurdî destpê kir

Li bajarê Krasnodar ê federasyona Rûsyayê ji bo zarokan qursa zimanê Kurdî destpê kir. Malbatan eleqeyeke zêde nîşanî vê qursa zimên dan, ku bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê dest pê kir. 

Otonomiya çanda Kurd a Krasnodarê û piştgiriya hin aktivîstan qursa zimanê Kurdî vebû. Ligel zarok û ciwanan, Kurdên li herêmê dijîn eleqeyeke zêde nîşanî qursê dan. 

Wê destpêkê li gorî kategoriyan weke sê polan, herî kêm heftê du rojan qurs bê dayîn. Mamostetiya qursê Îşxan Ankosî û Nûrê Eşîrî girt ser xwe. 

Îşxan  Ankosî li gel temenê xwe yê borî jî dibêje ji bo zarokên Kurdan asîmîle nebin û bi zimanê xwe bikaribin xizmetê ji gelê xwe re bikin xwe daye ber vî karî.

Ankosî got li Rûsyayê ji bo xebatên wiha pêwendiya gel zêde ye û domand, ''Beriya bi 20 salan dema ku gelê me nû koçî Rûsyayê kir fikareke me ya sereke hebû.''

Ankosî li ser giringiya zimên got, ''Civak bi zimanê xwe hebûna xwe didomînin. Bi derengî jî be em dixwazin dest bi vê xebatê bikin û vê xebatê geş bikin. Em hêvî dikin ku di vê mijarê de gelê me jî bi me re alîkar be û di vê rêyê de bi me re bin.''

Ankosî bi domdarî got bi perwerdehiya zimên ciwan wê ne tenê zimên hîn bibin, her wiha li ser dîroka zimanê Kurdî û çanda Kurd jî lêkolînan bikin.

XWE DANE BER MESREFAN

Tilmanê Kaçax û birayê wî Bekirê Kaçax xwe dane ber mesrefên kursa zimanê Kurdî, ku beriya niha jî vê malbatê destek dabû xebatên ji bo ziman û wêjeya Kurd.

Tilmanê Kaçax ku bi ser Kurdbûn û Êzdayatiya xwe ve got, ''Gelekî pê diêşim ku li ber çavê me, di şexsê zarokên me de çanda me rabe. Çanda Kurd pir qedîm e û zimanê Kurdî dewlemend e. Em bi dengbêjan mezin bûn, me govend li ber vî zimanî girt. Me pêşî bi vî zimanî helbesta xwendin û gotinên xweş me bihîstin.''

'PÊDIVÎ BI HEWCEHIYA DESTEKA GEL HEYE'

Nûrê Aşîrî ku mamostatiya kursê jî got, ''Siberojê ji bo ku em xebatên mezin û girîngir bikin hewceyî bi desteka gel heye. Bêyî ku desteka gel hebe xebatên wiha bi ser nakevin.''