BI DÎMEN

Li Mant Le Jolie Dîwana Dengbêjan hate danîn

Li paytexta Fransa Parîsê, di Hefteya Çanda Kurd de ku îsal cara sêyemîn tê lidarxistin, li dijî asîmîlasyona çandê Dîwana Dengbêjan hate danîn.

Hefteya Çanda Kurd ku bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Association et Kulturel de Kurdistan (ACK) di 25'ê Gulanê de destpê kir, di roja sêyemîn de ye. Li Mantes-La-Jolie ya li herêma Île-de-France Dîwana Dengbêjan hate danîn.

Çalakî bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10'emîn a Parîsê, Şaredariya Mantes-La-Jolie û Şaredariya Montreuilê tê lidarxistin.

ELEQEYA ZÊDE

Dîwana Dengbêjan ku gelekî bal kişand bi beşdariya Hozan Marûf, Rûken, Narînxan, Diyar Mehrovî, Rêber Serhed û weke mêvan Hozan Şemdîn pêk hat. Ji herêmên cuda yên Kurdistanê dengbêjî hate kirin.

LI DIJÎ ASÎMÎLASYONA ÇANDÎ

Festîvala ku ji bo danasîna çanda Kurd tê lidarxistin, her wiha bi armanca parastina ji asîmîlasyona çandî pêk tê. Festîval li Parîsê û bajarên cuda yên herêma Île-de-Franceyê pêk tê.