Li Kerkûk festîvala jîngeparêziyê pêk hat

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ve festîvala jîngeparêziyê li taxa Şûrîce pêk hat.

Di festîvalê de karê hunerî, dîsa berhemên bi dest hatibûn çêkirin, pêşangeha wênekişînê û şanoyên ji bo balê bikişînin ser parastina jîngehê hatin nîşandan. Hejmareke zêde ya welatiyên Kerkûkê bi taybet keç û kur tevlî festîvalê bibûn.

Yek ji endamê amadakar a festîvalê endazyar Ehmed Omer ji ajansa me re axivî û got: “Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ji bo parastina jîngehê festîval lidar xist. Gelek berhemên weke wênekêşan, şano û karê destan tevlî vê festîvalê bûn.