BI DÎMEN

Li Kelarê ser rola pirtûkxaneyan semînerek hate lidarxistin

Li bajarokê Kelarê bi sernavê “Rola pirtûkxaneyan di pêşketina bajar û avakirina şaristaniyetê de” bi tevlîbûna nivîskarê qada dîrokê Berêz Ebas re semînerek hate lidarxistin.

Îro li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê, bi boneya salvegera damezrandina pirtûkxaneya bajêr, bi beşdariya rewşenbîr, jin, çalakvan û seydayên olî bi sernavê “Rola pirtûkxaneyan di pêşketina bajar û avakirina şaristaniyetê de” bi Berêz Ebas re semînerek hate lidarxistin.

Rêveberê pirtûkxaneya bajêr Îdrîs Jaleyî xêrhatina mêvanan kir û kurteyek ji dîroka damezrandina pirtûkxaneyê ji beşdaran re vegot. Her wiha behsa girîngiya pirtûkan di pêşveçûna civakê de kir

Piştre nivîskarê qada dîrokê Berêz Ebas bi sernavê “Rola pirtûkxaneyan di pêşketina bajar û şaristaniyetê de” semînerek pêşkêş kir.

Berêz Ebas di semînerê de diyar kir ku her gel ji bo ku çand û dîroka xwe nas bike, divê li ser dîroka neteweya xwe bixwîne, ji ber ku zanîn gel û neteweyan pêş dixe, bi rêya pirtûkan bi dehan şoreş û guherînên mezin li cîhanê çêbûne.

Berêz Ebas  her wiha da zanîn ku tunebûna hişmendiyê yan tunebûna pirtûkxaneyan dibe sedema valahiyê di civakê de, ji ber ku pirtûk hişmendiya takekesî û civakê zêde dikin. Ji bo pêşketina her gelî ewil pêwîstî bi aliyê zanînê heye, ji ber ku heta hişmendiyeke mezin çênebe, guherîn pêk nayê.

Di dawiya semînerê de beşdaran dîtin û pirsên xwe pêşkêş kirin.