BI DÎMEN

Li Kanadayê 22’yemîn Festîvala Çand û Aştiyê ya Kurd hate lidar xistin

22’yemîn Festîvala Çand û Aştiyê ya Kurd li bajarê Toronto ya Kanadayê, bi coşeke mezin hat lidar xistin.

Piştî pîrozbahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê yên ku li bajarê Toronto yê Kanadayê bi coşeke mezin bi fîşekên hewayî, govend û stranan hat pîrozkirin, îsal 22’yemîn Festîvala Çand û Aştiyê ya kevneşopî ya Kurd li Earlscourt Park ê bajarê Torontoyê hat lidar xistin. 

Tevî hemû şert û mercên hewayê yên xerab û barana dijwar jî, Kurdistaniyên li Kanadayê eleqeyek mezin nîşanî festîvalê dan.

Festîval bi pêşandana Koroya Zarokan- Koma Mezrabotan a ji zarokên malbatên welatparêz ên li Torontoyê dijîn, destpê kir. Piştre Hevserokên Civaka Kurd ên Kanada (CKC) Elîf Genç û Kadrî Ertûgrûl mafê axaftinê girtin.

Hevserokan di axaftinên xwe de, diyar kirin ku CKC’ê ji sala 1992’yan û vir ve saziyek aktîf e û ew serbilind in ku bûne navnîşana hevpar a hemû Kurdên li Kanadayê dijîn. Her wiha hat gotin ku, hemû êrîş û gefên li ser gelê Kurd pêk tên, bi hevgirtina hêzên li ser esasê yekitiya neteweyî dikare were vala bê derxistin.

Festîval bi pêşandana koma profesyonel a folklorê ya Rojhilat, Mayn Zard û stranên hunermend Hêzil berdewam kir.

Piştre jî Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs axivî û destnîşan kir ku ti hêzê ku hebûna Kurdan paşguh bike û bixwaze Kurdistanê bêstatû bihêle dê bi ser nekeve û wiha got, “Dewletên kolonyalîst naxwazin em bibin xwedî statu. Naxwazin em ziman, çand, rabirdû û dîroka xwe biparêzin. Ji bo tinekirina Kurdên berxwedêr hemû derfetên xwe seferber dikin. Li hemberî van êrîşan jî, yek kes ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe bimîne, wê ev doz heta dawiyê bidome. Ji bo ku em bibin bersiv ji vê têkoşîna bi rûmet re, divê em li her derê cîhanê ku lê bin, piştgiriya şervanên azadiyê bikin û têkoşîna wan bi pêş bixin.”

Karamûs ev bang li PDK’ê kir; “Ez dixwazim bang li PDK’ê bikim; Berpirsiyariya bingehîn a her welatparêzekî parastina hebûn, statu û destketiyên Kurdan e. Ji ber vê yekê divê hûn hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re biqedînin, ji ber ku şirîkatiya bi vî dijminî re tê wateya derbe li hemû destketiyên Kurdan û lêgerîna yekîtiyê. Divê em li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk bînin, ziman, çand, dîrok û rûmeta xwe biparêzin û ber bi hêza yekem a Rojhilata Navîn ve biçin. 

Em bang li hikûmeta Kanada û Emerîkayê jî dikin. Dest ji piştgiriya rejîma Tirk a dîktator û danîna lîsteya terorê berdin. Mafê tu kesî tune ku zarokên gelê Kurd ên ku cîhan ji belaya DAÎŞ'ê rizgar kirine, têkoşîna wan weka terorê bibîne."

Di Festîvalê de bi dehan standên çand-xwarin û şahî hatin vekirin û Parlamenterê Partiya Muhafezekar a Kanadayê Ziad Aboultaif bi şandina peyama pîrozbahiyê piştgirî da. 

Performansa muzîkjenên Kurd ên hêja Mesût Med, Şahriyar, Merwan Tan, Gelawêj û Azad Aslan ku ji welat û parzemînên cuda hatin û reng dane festîvalê, ji aliyê gel ve bi coşeka mezin hatin pêşwazîkirin. 

Festîval, bi govendên ku heta nîvê şevê hatî girtin û stranan bi dawî bû.