Li Heftanîn, Xakûrkê û Dersimê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Heftanîn, Xakûrkê û Dersimê çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser mijarê ev agahî parve kir:

HEFTANÎN

“Hêzên YJA Star ên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 15’ê Tîrmehê saet 15:50’î li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîdan bi cih bûbûn çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

XAKÛRKÊ

16’ê Tîrmehê ango îro saet 04:00’an hêzên me di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya d e li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Dewrêş ê Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku çeper û sitargehên dijmin bi xurtî hatin hedefkirin de, hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehate zelalkirin.

DERSIM

Artêşa TC’ê li nêzî gundê Çakmakli ya navçeya Xozat a Dersimê qereqolekê çêdike. Hêzên YJA Star ên me 14’ê Tîrmehê saet 08.00’an li dijî leşkerên ku ewlekariya qereqolê digirtin çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li hedefan hate xistin, 2 leşker hatin cezakirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî kir bi saxlem gihişte cihên xwe.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Di vê çarçoveyê de;

14’ê Tîrmehê saet 01:00’an balafirên şer devera Xantûr a Herêma Heftanîn, 15’ê Tîrmehê saet 17:00’an jî devera Bektorya ya Heftanînê bombe kirine.

15’ê Tîrmehê saet 22:30’î balafirên şer Girê Amêdiyê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombe kiriye.”