Li Hamburgê 24’emîn çalakiya ‘adaletê'
Li Hamburgê 24’emîn çalakiya ‘adaletê'
Li Hamburgê 24’emîn çalakiya ‘adaletê'
Kurdistaniyên li Hamburgê dijîn ji bo 24’emîn çalakiya edaletê hatin cem hevdu.
Kurdistaniyên li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dijîn ji bo berpirsyarên qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin holê di 24’emîn çalakiya edaletê de hatin gel hevdu.
Çalakî, di pêşengiya Meclisa Jin a Rojbîn de li Semta Altona pêk hat. Di çalakiyê ku li ser navê Meclîsa Jin a Rojbîn daxuyanî hat xwendin, dewleta Fransa ji ber tevî 7 meh jî li ser qetlîamê re derbas bûne daxuyaniyeke zelal nedaye hat şermezarkirin. Jinan destnîşan kirin ku ji ber ev qetlîama di destpêka pêvajoya aştiyê de pêk hat nehatiye ronîkirin rê li ber qetlîamên ku hîn jî didomin vedike û ji dewleta Fransa hat xwestin ku tavilê berpirsiyarên qetlîamê derxe holê.
Jinan daxwaza PKK ji lîsteya terorê were derxistin, siyasetmedarê Kurd Adem Uzun û siyasetmedarên din ên girtî bên berdan, nêzîkatiyên qedexeker ên li dijî sazî û dezgehên Kurd bên rakirin û Rêberê Gelê Kurd Azad bibe ku kirin bi sedan belavok belav kirin.