Li Çînê erdhej: Herî kêm 47 mirî

Li Çînê erdhej: Herî kêm 47 mirî

Li eyaleta çiyayî ya Çînê Gansû, erd hejiya û di encamê de herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya rayedarekî Buroya Sîsmolojî ya Gansû, ji ber erdheja bi dijwariya 5.9'an herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest dane, 296 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Înstîtuya Sîsmolojî yê Emerîkayê (USGS), erdhej saet di 07.45'an de li paytexta herêmî ya eyaleta Gansû Lanzhoûyê, 170 kîlometre li başûrê wê, 9.8 km li binê erdê rû daye. Heman înstîtuyê da xuyakirin ku li heman herêmê saet di 09.12'an de 10.1 km li binê erdê, erdhejoka bi dijwariya 5.6 rû daye.

Li herêmên rojava yên Çînê timî erdhej pêk tên. Di meha Nîsanê de ji ber edhejma bi dijwariya 6.6'an a li herêm Sichûanê, nêzî 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

Dîsa li heman herêmê, di sala 2008'an de bi dijwariya 8'an erdhejek rû dabû û di encamê de 90 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.