Li Çînê 200 kesî jiyana xwe jî dest da
Li Çînê 200 kesî jiyana xwe jî dest da
Li Çînê 200 kesî jiyana xwe jî dest da
Li Çînê ji ber barana ku ji roja Yekşemê ve berdewam dike 200 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li eyaleta Sîçuan a Çînê ji ber barana zêde heyelan çêbûye û 31 kesan jiyana xwe ji dest da. 166 kes jî wenda ne Wezareta Sivîl jî da xuyakirin ku bîlanço nû kirine.
Hat ragihandin ku li Eyaleta Sîçuan ji ber barana zêde û şemitîna axê bi qasî 2 milyon mirov bandor bûn. Ji roja Yekşemê heta niha 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û kes jî wenda ne. Rayedaran der barê şemitandina axê û heyelanê de hişyarî kirin.
Di heman demê de tê gotin ku li herêmên Henan, Hubeî û Ningxîa jî mirovan jiyana xwe ji dest dane. Tê payîn ku ji îro û şûn ve li Çînê firtoneya dijwar a bi navê Tayfuna Soulîk bi bandor bibe. Tayfuna Soulîk a di saetên pêş me de wê bigihêje Taîwanê wê paşê di peravên Çînê re derbas bibe.