Li Berlînê konferansa zimanê Kurdî hate lidarxistin
Li Berlînê bi rasthatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, konferansa Zimanê Kurdî hate lidarxistin.
Li Berlînê bi rasthatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, konferansa Zimanê Kurdî hate lidarxistin.
Konferas bi tevlîbûna dehan kesî ve bi deqeyeke rêzgirtinê ve destpê kir. Di kongeransê de gelek zimanzanan axivî û bal kişand ser rola ziman û pêşxistina wê.
Destpêkê di konferansê de Hevserokê Enstîtuya Kurdî Fevzî Ozmen û berpirsyara Yek-Malê Gunay Darîcî axivîn. Dîrîcî bal kişand ser rola ziman û xebatên wê û diyar kir ku berê Saziya Yek-Malê hebû, lê niha Însyatîfa Ziman û Perwerdê (ÎZPER) hatiye avakirin û Yekîtiya Yekmalên Kurd Yek-Mal, Enstîtuya Kurdî ya Lêkolîn û Zanîst a Elmanya, Yekîtiya Mamostayên Kurd, Enstîtuya Zazakî û Însyatîfa MAlbatên Kurd a Bîlefeldê di nav de cih digire.
Darîcî destnîşan kir ku ev konferans xebate hevbeş e û girîngiya karekî kolektîf e.
Piştre jî di konferansê de Hevserokê Enstîtuya Kurdî Fevzî Omen bal kişand ser xeteriyên li ser ziman got: “Ji bo zimanê me tine nebe divê têkoşînê bikîn.”
Di dewama konferansê de zimanzan Şerîf Derînce axivî û destnîşan kir ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî roleke mezin dikeve ser milê sazî û dezgehên Kurdî. Derînce bal kişand ser êrîşên li ser ziman û bibîr xist ku niha li Tirkiyeyê mamoste, zimanzan, rojnamevan, siyasetmedarên xizmeta Kurdî dikin hetine girtin, li gel wê jî sazî û dezgehên mîna enstîtu, akademî û navendên çand û hunerê jî deriyên wan hatine mohrkirin.
Koordinator Psîkoterapî ya Tramway ya Zaningeha Dûîsbûrg-Essen Dr. Dipl. Şefîk Tagay jî di axaftina xwe de bal kişand ser tranvayên Kurdên li Şengal û koçberên Rojava dijîn kir. Tagay got: “Jin û zarokê li van deran tên qetilkirin û şidet li ser tê kirin. Ev dihêle ku bandorê li tevahî jiyana wan bike.”
Endama Senatoya Berlînê ya ji Perwerde û Koçberiyê Grît Orgies jî diyar kir ku nasname û ziman tên qedexekirin û got: “Di roja me ya îro de gelek malbatên Kurd ji mafê herî rewa yê xwe ziman û perwerdeya zimanê dayikê bêpar in.”
Endamê Yek-Malê û mamaste Alan Dilpak destnîşan kir ji bo zimanê Kurdî li Elmanyayê di qada perwerdê de bê dayîn û bîbîr xist ku wan serî li saziyên Elmanya daye lê berê wan dane Sefaretxaneya Tirkiye.
Ji Tora Akademîsyenên Kurd KURD-AKAD’ê Dersîm Dagdevîren di axaftina xwe de diyar kir ku ew tevî Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê û Yekitiya Mamosteyan, ji bo zimanê Kurdî di dibistanan de were dayîn, xebat didin kirin. Dagdevîren got, li Elmanyayê Kurd li şûna bi ziman û nasnameya xwe bê nasîn, bi nasname û zimanê netewdewletê tê nasîn. Dagdevîren ev weke nêzîkatiya siyasî pênase kir û rexne kir.
Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurd Abdulkadir Ulumaskan jî behsa kar û xebatên di dibistanên Eyaleta Navîn a Elmanyayê kir.
Di dawî de, Hevseroka Enstîtuya Kurdî Diplom Pedegog Hacer Genc, di derbarê girîngiya pir zimanî de axivî. Genc got pir zimanî dewlemendî ye û got: “Divê em destpêkê zimanê xwe bizanibin da ku bikaribin dewlemendiyê ava bikin.”
Di dewama konferansê de endamên din ên IZPER’ê axivîn û bal kişandin ser rola ziman û pêşxistinê.