Li Barselonayê  Rojên Dokumanter û Fîlmên Kurd a 3’emîn hat lidarxistin

Li Barselonayê ya ku paytexta Katalonyayê ye Rojên Dokumanter û Fîlmên Kurd a 3’emîn hate lidarxistin.

Li Barselonayê dokumanter û fîlmên Kurd ji aliyê girseyeke mezin ve hate şopandin.

Rojên Dokumanter û Fîlmên Kurd bi hevpariya Platforma Piştevaniya Kurdistan, Platforma Azadî û weşanxaneya Îvardîa ve hate lidarxistin û sê rojan dom kir.

Di rojên dokumanter û fîlmên Kurd de şoreşa Rojava û bûyerên piştî şoreşê qewimîn hatin destgirtin. Di heman demê de di rojên dokumenteran de jî pirtûka ‘Jiyana min tim şer bû’ ya Sakîne Cansiz hate pêşkêşkirin a ku yek ji damezrînerê PKK’ê bû û di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye tevî Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibû qetilkirin. Di çalakiyê de qala têkoşîna Cansiz jî hate kirin.

Di çalakiyê de ji bo şervanên jin ên enternasyonalîst Andrea Wolf (Ronahî) û Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûbûn, merasîma bibîranînê hate lidarxistin.