Li Îranê di du salên dawîn de derheqê nêzî 300 derhêneran de doz hate vekirin

Berdevkê Mala Sînemayê ya li Îranê diyar kir ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derheqê nêzî 300 derhêneran de doz hatiye vekirin û mafê wan ê karkirinê hatiye betalkirin.

Li gorî nûçeya RojNewsê Berdevkê Mala Sînemayê ya li Îranê Resûl Sedîr Emîl derbarê betalkirina mafê karkirina derhêran de daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Resûl Emîl da zanîn ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhênerên sînemayê hatine darizandin û mafê wan ê karkirinê hatiye betalkirin.

Resûl destnîşan kir ku sedema wergirtina mafê karkirinê bi rewşa siyasî, civakî û ewlekariyê ve girêdayî ye û ev jî bûye sedem ku derhêner filman çênekin û heya niha jî çarenûsa karkirina wan nediyar e.

Her wiha Resûl Emîl diyar kir ku wê îsal Festîvala Filman ya Îranê pêk neyê, ji ber ku ne bi edalet e û di van şert û mercan de festîval pêk nayê.