Kurd jî di nav de 110 welat di festîvala çandê de li hev kom bûn

Festîvala Çandê ya 18'emîn a Stuttgartê ku ji Asya Navîn, Mezopotamya, Balkanan, Efrîkaya Başûr û Emerîkaya Başûr çandên cuda lê kom bûn, bi coş pêk hat.

Festîvala Çandê ya Stuttgartê wê şeş rojan bidome û bi sedan komele wê ji bo nîşandana çanda bi dehan welatan çalakiyan pêk bînin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stuttgartê jî tevlî festîvalê bû.

Festîvala ku ji hikumeta eyaletê, şaredariyê û saziyên li Stuttgartê piştgiriyê werdigire, çandên cuda dide naskirin. Komên muzîkê yên enternasyonal jî hunera xwe pêşkêş dikin.

Tevî standên xwarinê, muzîkê, agahdarkirinê gelek çalakiyên cuda hene.

Pêkhateyên NCDK a Stuttgartê jî çand û xwarinên Kurdan dan naskirin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz dide naskirin. Her wiha pirtûkên der barê Şoreşa Rojava de jî hatin naskirin.

Festîvala ku 17'ê Tîrmehê dest pê kir wê heta Yekşemê bidome.