Kurd an şoreşa Îslamî? Erdogan di kemînê de ye

Kurd an şoreşa Îslamî? Erdogan di kemînê de ye

Pisporê Analatîk ê Beşa Rojhilata Navîn Stanîslav Tarasov li ser pêşveçûnên siyasî yê li Tirkiyeyê û dubendiyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di sîteya înternetê “İA REX” de bi zimanê Rûsî nivîsandinek nivîsand. Tarasov di nivîsandina xwe de balê dikşîne ser hereketa Neqşîbendî û hêza wê ya li Tirkiyeyê jî. Her wiha li ser gelek pêşveçûnên nû jî nirxandinên hêja kirine. Nivîsandina Tarasov bi vî rengî ye.

“Di van rojên dawî de Partiya AKP’ê dixwaze xwe di pozîsyoneke serketî de bide nîşandan. Qaşo dibêjin ku yên ku Tirkiyeyê îsyan dikin qurbanan dixwazin.

Niha di kolanên Tirkiyeyê polîtikayeke nû derdikeve pêş. Li her derê ew platformên ku nêrînên gel temsîl dikin îro dixwazin bi awayekî hîn rêxistinkırî ji anarşîst, çepgir, Kemalîst û heya sofiyan bigirin nav xwe û bi vî awayî bibin xwedî seknekê. Ji ber wê hakîmbûna hukûmeta AKP’ê li ser bûyerên ku tên jiyan her diçe zahmettir dibe. Ji milekî ve Erdogan dibêje ku tevliheviyên li Tirkiyeyê tên rû didin dikarin pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bixetimîne. Ev nerînek e. Ji milê din ve jî, xwestekên Kurdên li parçeyên Kurdistanê piştguh dike.

Di rojên dawî de di çapemeniya Tirkan de agahiyên ku dê Fethullah Gulen ku ji sala 1998’an ve li YDE’ê dijî dikare bizîvire Tirkiyeyê. Gulen wek tê zanîn teologekî îslamî ye. Eger em ji çapemeniya Tirkan bawer bikin, di nav AKP’ê de aligirê Gulen pirr in. Wek komeke rûsipiyan di nav AKP’ê de xwe birêxistin kirine. Ji ber vê jî li serr nêrînên pisporan dikare li Tirkiyeyê “Efekta Humeynî” çêbibe. Ger bê bîra we di sala 1979’an de meha Sibatê piştî ku Humeynî ji sirgûna Parîsê zivîrî li Tahranê wê demê îlana serketina şoreşê kir û bû Serokê ruhanî yê dewleta Îslamî ya Îranê.

Dema ku li navenda Stenbolê çalakiyên protestoyî yên “mirovê rawestiyayî” hat pêşandan, wê demê pirr kêm mirovan fêmkirin ku rîtuela zîkra bêdeng tê nîşandan. ev rîtuel aîdî terîqeta Neqşîbendî ne. Dema ku mirov ji der ve lê binihêre wek protestoyeke asayî tê xuyakirin. Lê ev peyam ji bo hukûmetê û ji hinek hêzên dewletê yên hindurîn bû. Çapemeniyên Tirkan jî vê piştrast dikin ku pirraniya siyasetmedarên Tirkiyeyê wek Abdullah Gul, Bulent Arinç û heya Erdogan jî ji terîqeta Neqşîbendî ne. Gelo Gulen jî di nav vê hiyerarşiya Naqşîbendî de ye û dikare namzetiya xwe ji bo rola serokê ruhanî ya Tirkiyeyê bike vê yekê kes nizane. Di halê hazir de tişta ku em dibînin girêdayî Gulen kanala TV ya Samanyolu û rojnameya Zaman polîtîkayeke “nerm” li hember Erdogan dimeşînin.

AKP di hilbijartinan de ji sedî 50 deng girt. Beşên Îslamî ji sedî 7-8’in yê ku îro li hember AKP’ê serî hildidin di dema xwe de dengê xwe jî danê lê îro dixwazin Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewropa. Ketina Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa û guhertina zagonan li gor standartên Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî wê gaveke girîng be. Hukûmeta Tirkiye ji milekî ve rexneyên Rojava ji bo îhlalkirina mafên mirovan ên protestoyan piştguh dike, ji bo vê jî Erdogan di navbera nêrînên Ewropayê û Îslamî de di nav kemînê de maye. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di nava Tirkiyeyê de Erdogan wê neçar bimîne ku aliyekî bigire. Kurd an jî şoreşa Îslamî îro yek ji pirsgirêka herî girîng e.

Eger çareseriyek ji bo deriyê siyasetê ji bo hemû beşan neyê vekirin “hêza sêyemîn” wê li Tirkiyeyê derkeve pêş. Lê ew ê kî be?”