Komîsyona Çand-Huner a KNK’ê sersaxî ji malbata Cimo re xwest

Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) bi peyameke nivîskî sersaxî di serî de ji malbata Egîdê Cimo, hemû heskirî û gelê Kurd re xwest.

Komîsyona Çand-Huner a KNK’ê destnîşan kir ku bi çûna Egîtê Cimo re, peleke zêrîn ji dara Çanda Kurd weşiya.

Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) di peyama xwe de ev tişt got:

“Hunermendê Kurd Mîr û Şahê Bilûrê Egîdê Cimo di dawiya 87 salên xwe yên zêrîn de ji nav me firiya û çû rûniştgeha xwe ya Bihuştin a bêdawî.

Di fermana Osmaniyan a sala 1918’an a li ser Kurdên Êzîdî de malbata Egîdê Cimo tevî girseyeke mezin, ji navçeya Qelqeliya Wanê koçî Êrîvanê dike. Di dema vê koçberiyê de gelek kes ji malbata Egîd û ji koma koçberan di rê de dimirin. Egîd di sala 1932’an de li Gundê Erdeşîrê yê li ser Navçeya Armavîrê ya Ermenîstanê tê dinyayê.

Egîdê Cimo di heşt saliya xwe de, dema ku berxivantiya mala xwe dike, bi parçeyê zilê qamîşekî dest bi bilûrvaniyê dike.

Pêşî Egîdê Cimo bê hosta û bê perwerde bi zilikên qamûşan muzîka xwe bi pêş dixe û tevlî şahî û dîlanên dawetan dibe. Di sala 1955’an de, piştî Radyoya Êrîvanê beşa Kurdî vedibe, bi alîkarî û teşvîqa Casimê Celîl ku berpirsiyarê vê radyoyê ye, tevlî hunermend û xebatkarên radyoyê dibe. Di vê demê de gelek muzîsyen û hunermendan ji Radyoya Erîvanê beşa Kurdî re qezenc dike.

Egîdê Cimo, bi qasî 37 salan ji hunermendên bi nav û deng yên wek Aram Tîgran, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Aslîka Qedir û ji gelek hunermenên din re bi mey, fîq û bilûra xwe xizmet kiriye. Yê ku Xarapêt ji Radyoya Erîvanê re qezenc kiriye jî Egîdê Cimo ye.

Egîdê Cimo li gel van xebatên xwe yên radyoyê yên fermî, di sala 1962’an de dest bi Enstîtûya Muzîkê ya Romanos Melikyan dike û di sala 1967’an de jî Enstîtuyê diqedîne.

Bi çûna Egîtê Cimo re, peleke zêrîn ji dara Çanda Kurd weşiya. Ji te re oxir be, Apê Egîd, Şahê Bilûrê! Bi çûna te em gelekî xemgîn in!Tu diçî, lê te li pey xwe gencineyeke mezin ji bo çand û hunera Kurdî hişt. Tu diçî, lê dengê bilûra te wê di vê gerdûna bêtixûb de hetan û hetayê bilive.

Bila serê Gelê Kurd, malbata te û hezkirên muzîka Kurdî sax be!”