BI DÎMEN

Koma Şehîd Viyan Soran: Bi dîlana xwe em hêza xwe ya jinê dikin yek

Koma Şehîd Viyan Soran bi pêşkêşkirina performansên xwe yên ku têkoşîna jinê dihewîne û îfade dike û çanda Kurdî ya li çar parçeyên Kurdistanê pêşkêş dike, hest û têkoşîna xwe bi govendê raber dikin.

KOMA ŞEHÎD VIYAN SORAN

Huner danasînek e. Bi tevgera laş a ku dibe navgîneke çanda kevnar, ji bo jiyanê dibe cihê şanaziyê. Govend di çanda gelê kurd de cihek girîng digir e. Bi taybet jî çanda kevneşopî ye. Di heman demê bi hest û têkoşîna xwe govendên xwe pêşkêş dikin. Yek ji komên govendê, koma şehîd Viyan Soran e. Koma şehîd Viyan Soran a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn e. Ev kom bi hemû êş û zehmetiyan bi govendên xwe êşên gelê her çar parçeyên Kurdistanê di nava hestên xwe de dihewînin. Her wiha ji bo pêşkêşkirina çanda gelê her çar perçeyên Kurdistanê xebat didin meşandin.

Koma Şehîd (Viyan Soran) di sala 2017’an de li bajarê Efrînê hate avakirin. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn û rêvebera koma Şehîd Viyan Soran Zeyneb Îbo ji ajansa me re axivî û wiha got: “Koma Şehîd Viyan Soran li bajarê Efrînê dest bi lîstina dîlanan kir, di wê demê de zêdetirî 20 endaman piştî perwerdehiya giran pêk dihat û koma bi tevayî govend gerand. Li navçeyên bajarê Efrînê.”

Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku em ji bajarê Efrînê koçber bûn piştî dagirkeriya dewleta Tirk, em hatin herêmên Şehba û ji bo ji nû ve zindîkirina hunerê me navendek taybet ji bo hunerê vekir. Tevgera Hîlala Zêrîn li herêmên Şehbayê hate berfirehkirin. Her wiha koma şehîd Viyan Soran ji nû ve hate avakirin hejmara wê jî 14 endam bûn.”

Zeyneb wiha pê de çû: “Em dikarin asta teknîkî ya komê baş binirxînin, lê ne ya ku em dixwazin ev e. Ji ber ku li herêmên Şehbayê em zehmetî dikêşin, bi taybetî jî dorpêç û peydakirina mamosteyan ji bo perwerdê zehmet e.

Tevî hemû zehmetiyên ku em dikişînin jî û nebûna mamosteyan jî, me perwerdeyên xwe bi şev û roj berdewam dikirin. Em beşdarî gelek şahiyan bûn, wek 8’ê Adarê, cejnên Newrozê û cejnên ku li herêmên Şahba û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin, vê mehê me dest bi perwerdeya xurt li ser dîlanên herêmên Kurdistanê yên Amed, Botan û Serhed kir. Niha jî em xwe amade dikin ji bo festîvala “Şehîd Bercem” a ku wê di 6'ê Îlonê de li bajarê berxwedanê yê Kobanê were lidarxistin.”

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn û Rêvebera Koma Şehîd (Viyan Soran) Zeyneb Îbo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû jinên ku di nava komên govendê de cih digirin xwedî vînek xurt û bi hezkirin ji dil di nava komên guvendê de cih digirin. Her ku em govendên xwe pêşkêş dikin da ku gelê me şad bibe. Ev yek jî me şad dike. Em bi hêza xwe derdikevin ser dikê û tevahî govendên çar perçeyên Kurdistanê pêşkêş dikin.”