Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî da û ev roj li hemû Kurdan pîroz kir. KNK’ê bal kişande ser metirsiyên polîtîkayên helandinê yên li ser zimanê Kurdî û bang li aliyên peywendîdar ên Kurdan kir û got, “Werin em bi hev re milê xwe bidin bin barê ziman, zimanê me di xeteriyê de ye.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;
“Bi minasebeta rojên 14, 15 û 16’ê Gulanê, em cejna zimanê Kurdî, li gelê Kurd pîroz dikin. Di nava civaka me de, ev sê rojên han weke cejna zimanê Kurdî hatiye naskirin û tê pîroz kirin. Armanca vê bîreweriyê ewe ku gelê Kurd bi giştî û ew kesên Kurdziman bi taybetî xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin.
Her neteweyek li cîhanê xwedî rojên xwe yên taybet û bi nirx in. Ew wan rojan weke resentî û nirxên xwe yên neteweyî nas dikin. Bi wan bîreweriyan xwe şad û serfiraz dibînin û hebûna xwe xurtir û bi hêztir dikin. Lewre pêwîste gelê Kurd jî mîna her neteweyekê resen û heyî xwedî li sembol, bîrewerî û boneyên xwe yên dîrokî derkeve, bi parêze, bilind û pîroz ragire.
Heya ku civak, zimanê xwe di nav jiyana rojane de nede jiyandin, nikare hebûna xwe bidomîne û nasnameya xwe bi şêweyek zelal û bê kêmasî bide nîşandan. Ji bona vê ye ku dijmin û nehezên Kurdan rastiya zimanê Kurdî nas nakin û napejirînin. Mixabin! civaka me heya niha ev rastî wek pêwîst nedîtiye, nas û fêm nekiriye. Civakê zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane da bi şêweyek pêwîst nedaye jiyandin, vê bandor li pêşketina ziman kiriye, wisa kiriye ku zimanê Kurdî li hember zimanên dagirkeran sist, lewaz û qelis bimîne.
Li ser vê rastiyê em li ser navê Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna zimanê Kurdî pîroz dikin û dibêjin wateya qedexekirin, astengkirin û hewlên cudakariyê yên li ser zimanê Kurdî tunekirina civakê bi xwe ye.
Kesayetiya mirov ji zimanê mirov tê. Ziman raman e, raman jî bi ziman dewlemend dibe. Li van sedsalên em tê de dijîn hînkirin û perwerdehiya zimanê zikmakî ne wek barek, lê wek mafek xwezayî tê pejirandin. Ziman ji bo gelan pergala domandin û jiyandina çand û nasnameyê ye.
Balkêşe dema Kurd dibêjin zimanê me rûmet û nasnameya me ye; pêwîste li kêleka zimanê Farsî, Erebî û Tirkî, zimanê Kurdî jî di çarçoveya sîstema perwerde – fêrkirin a fermî ya wan dewletan de hebe û zimanê Kurdî di dibistanan de were xwendin û qebûlkirin.
Dema Kurd dibêjin pêwîste zimanê me, li dewletên ku Kurdistan dagir kirine, li gorî rêjeya me be û bi fermî Kurdî bibe zimanê duyemê deweltê; li şûna ku ev yek weke mafekî xwezayî bê dîtin, ev daxwaz weke sûc û guneh tê hesibandin. Xwediyên vê xwestekê weke sûcdar û gunehbar tên ceza kirin, gelek kesan ji bona ku vê yekê bi dewletên dagirkerên Kurdistanê bidin qebûlkirin, hatine girtin û mafên wan hatine qeyd û bend kirin, gelek qehremanan ji neçarî çek hilgirtine û gelek cangoriyan jî canê xwe di rêya parastina zimanê xwe de feda kirine.
Bi vê boneyê em bang li tevahî partî, damûdezgeh, saziyên fermî, saziyên civaka sivîl, kesayetî û hemû beşên civaka xwe dikin ku dev ji nakokiyên pûç, bê wate û bê sûd berdin; werin em bi hev re milê xwe bidin bin barê ziman, zimanê me di xeteriyê de ye. Dema ziman nema nasname jî namîne û vê çaxê hebûn û nebûna me weke netewe dikeve ber sekerata mirinê. Her tişt ji dest diçe.
Pêwîste dest bi dest, nifş bi nifş ziman û bi wê ve girêday çand û perwerdeya bi zimanê Kurdî pêşde bibin û xwedî lê derkevin.
Google yê çend sal beriya niha, bi hewl û keda komek dilsoz û welatparêzan zimanê Kurdî (Zaraveya Kurmancî) xistibû di nava lîsteya wergera xwe de, di vê mehê de (Gulan), Google yê zaraveya Soranî jî xiste lîsteya wergera xwe. Em vê pêşketin û vê bûyera dîrokî ku rastî rojên cejna zimanê Kurdî tê, li gelê xwe pîroz dikin. Pêwîste bi her awayî û di her şert û mercan de, zimanê şîrînê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin û li cîhanê jî zêdetir bê nasandin.”