KNK der barê Rojavayê Kurdistanê de bangawazî kir

KNK der barê Rojavayê Kurdistanê de bangawazî kir

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî bûyerên şevê din ên li Rojavayê Kurdistanê Amûdê rû dan daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde wiha hat gotin: “Di demeke ku,  Rojavaya Kurdistanê bi giringîyek mezin ve di siyaseta navneteweyî de tê dîtin, rêdana bûyerên wek li Amûdê pêkhatî li dijî berjewendîyên neteweyî ne. Hêzên sîyasî yên Kurdistanî bi şêwazê siyaseteke yekgirtî lazim e pêşiya hêzên çekdar yên dijberî gelê me bigirin."

Daxuyaniya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) wiha destpê dike:

“Konseya Revêber a KNK’ê li kombûna xwe ya di 27’ê Hezîranê de, li ser rewşa Rojavaya Kurdistanê bi taybet rawestiyaye û di vê der barê da pêdivî dîtîye ku dubare bang li hemû hêzên Kurdistanê bike ku xwedî li serketinên gelên me yên li Rojavayê derkevin. Di van du salên dawî de Rojavayê Kurdistanê bûye cihe hêviya tevahî Kurd û Kurdistaniyan.  Êdî di asteya siyaseta navneteweyî da sekna bi îrade ya gelên me li Rojava bi baldarî tê teqdîrkirin.”

Daxuyanî bal dikişîne ser bûyerên Amûdê û wan hişyariyan dike: “Lê mixabin bûyerên duh êvarî li bajarê Amûdê li Rojavaya Kurdistanê pêk hatî, bûne cihê xemgîniyê û metirsîyên siyasî yên neteweyî.  Di demeke ku,  Rojavaya Kurdistanê bi giringiyek mezin di siyaseta navneteweyî da tê dîtin,  rêdana bûyerên wekî li Amûdê pêkhatî dijî berjewendiyên neteweyî ye. Hêzên siyasî yên Kurdistanî bi şêwazê siyaseteke yekgirtî lazim e pêşiya hêzên çekdar ên dijberî gelê me bigirin. Hevkariya bi hêzên dijberî gelê me re tenê dikare dijminên me xurt bike. Ji bo vê yekê em wekî KNK bang li hemû hêzên Rojavaya Kurdistanê dikin ku,  pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk û diyalogê çareser bikin. Bi taybêtî di vê mijarê da erka siyaseta ragihandina di nûçeyên Kurdî de,  berpirsiyartiyeke dîrokî ye. Nûçeyên ku dijberiyê di nav hêzên Kurdistaniyan de dikin di xizmeta Kurdistanê da nîn in.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK bi van sererêzan bi dawî dibe:  

“Em weke KNK bang li Konseya Bilind a Kurd dikin ku bi lez û bez bi beşdariya tevahî hêzên siyasî û civakî bûyerên li Amûdê di çarçoveya awerte de bigirin dest û rê nedin provokasyonan. 

Her wiha em bang li hemû partiyên sereke û hêzên civakî yên Kurdistanê dikin ku, bi berpirsiyartiya dîrokî xwedî li destketiyên Rojava derkevin.

Di vê çarçoveyê da em hevîdar in ku revêberiyên hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi hewldanên erênî ve beşdarî çareseriya pirsgirêkan bibin. Em bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ku bi lez û bez deriyên sînor jî vekin.

Serketina di warê parastina azadiya Rojavaya Kurdistanê de, dê xizmeta tevahî gelên Kurdistan bike.”