‘Keçên Rojê’ li Festîvala Fîlman a Stockholmê ye

Fîlma ‘Keçên Rojê’ ya ku qala şerê jinên Kurd a li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê dike, îro di Festîvala Fîlman a Stockholmê de ew ê were nîşandan.

Festîvala Fîlman a Stockholmê ya ku vê Çarşemê dest pê kiribû û îsal a 29’emîn tê lidarxistin, bi nîşandan fîlman didome.

Yek ji fîlma ku bala medyaya Swêdê kişandiye jî fîlma bi navê ‘Keçên Rojê’ye, ya ku derhenêriya wê Eva Hûsson kiriye. Ev fîlm li ser berxwedan û têkoşîna jinên Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ye.

Di şîroveyên fîlm de hate diyarkirin ku têkoşîna jinên Kurd bi awayekî xurt hatiye nîşandan. Festîval ew ê 12 rojan bidome û ev fîlm ew ê 3 caran were nîşandan.

Temaya sereke ya Festîvala Fîlman a Stockholmê ‘Demokrasî di xetereyê de ye’ di heman demê de kampanyaya #Metoo jî yek ji temaya festîvalê ye ya ku qala tacîza li ser jinan dike.