KCK'ê Fermandariya Biryargeha NPG'ê pîroz kir

KCK'ê ji ber çalakî û operasyonên şoreşgerî yên du rojên dawî, ku derbên giran li dijmin hatin xistin, Fermandariya Biryargeha NPG'ê pîroz kir. KCK'ê got, "Ev çalakiyên gerîla ji bo civata partiya me, gelê me û dostên me bûne moraleke mezin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyameke pîrozkirinê ji Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) re şand. Peyama KCK'ê wiha ye:

"Di nava du rojên dawî de gerîla çalakî û operasyonên şoreşgerî li dar xistiye û di serî de Girê Hakkarî û Girê Cûdî derbên giran li dijmin hatiye xistin. Em ji ber van çalakiyên serketî yên ku bi rengekî canbexşane hatine pêkanîn, gerîla û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin. Em salvegera 44'an a damezrandina partiyê li gerîla û fermandariya xwe pîroz dikin, di sala 45'an a partiyê de serketin û serfiraziyê dixwazin.

Gelekî bi wate bûye ku salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi moralê ji çalakiyên gerîla yên hesabpirsîna ji dijminê mêtinger-qirker, hate pîrozkirin û bi hestê têkoşîn û çalakiyê dest bi sala 45'an a partiyê kir. Ev çalakiyên gerîla ji bo civata me ya partiyê, gelê me û dostên me bû moraleke mezin. Ev sekna gerîla nîşaneya şênber a wê yekê ye ku di sala 45'an a partiyê de wê gavên gelekî mezin bêna avêtin û hesabê mezin ji dijminê mêtinger-qirker bê pirsîn.

Em van hestên xwe bi Fermandariya Biryargeha Navendî û gerîlayan re parve dikin, pîroz dikin û serketinê dixwazin. Careke din cejna we ya Partiyê pîroz dikin û di sala nû ya partiyê de serketinê ji we re dixwazin."