Ji sedî 55'ê Îsraîliyan, aştiyê erê dikin

Ji sedî 55'ê Îsraîliyan, aştiyê erê dikin

Ji sedî 55 ê Îsraîliyan dan xuyakirin ku ewê hevdîtinên aştiyê yên bi Fîlîstiyan re erê bikin. Li gorî encamên lêpirsîna li gel a di rojnameya Haaretzê de hat weşandin, ji sedî 55 ê Îsraîliyan piştgiriyê didin hevdîtinên aştiyê.

Piştî ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahû Yekşema bihurî da xuyakirin ku ewê encamên hevdîtinên aştiyê yên bi Fîlîstîniyan re pêşkêşî referandûma gel bikin, rojnameya Haaretzê encamên lêpirsînek li nava gel weşand.

Li gorî encaman, zêdeyî nifûsa Îsraîliyan, peymaneke aştiyê ya bi Fîlîstîniyan re erê dikin. Ji sedî 55 hevdîtinên aştiyê erê dikin, ji sedî 25 jî li dij in. Ji sedî 20 jî bêbiryar in.

Lêpirsîna li nava gel ji aliyê Înstîtuya Diyalogê ve di bin çavdêriya profesorê Zanîngeha Tel-Avîvê Camîl Fuchs ve hat meşandin. Ji sedî 39'ê alîgirên hevdîtinê dibêjin, divê pêşniyarên Netanyahû bên qebûlkirin. Ji sedî 16 yê alîgirên aştiyê jî dibêjin, "bi îhtimale ku pêşniyareke bi vî rengî destek bikin."