Ji rêxistina siyasî ya FARC’ê re destûra siyasetê
Ji rêxistina siyasî ya FARC’ê re destûra siyasetê
Ji rêxistina siyasî ya FARC’ê re destûra siyasetê
Pêvajoya aştiyê ya sala borî li Kolombiyayê berdewam kiribû pêş dikeve. Tê ragihandin ku li gorî çarçoveya hevdîtinan destûr hatiye dayîn ku rêxistina siyasî ya bi navê Yekîtiya Welatparêz a Hêzên Çekdar ên Şoreşger a Kolombiya (FARC).
Dadgeha bilind, biryara statuya siyasî da Yekîtiya Welatparêz a di sala 2002’an de ji ber ku namzet diyar nekiribûn nehiştibûn bikeve hilbijartinan û lewma statuya xwe ya qanûnî wenda kiribû û her wiha wê demê ji aliyê tîmên kuştinê yên bi piştgiriya dewletê tevdigeriyan hedef hatibû girtin.
Partiya Yekîtiya Welatparêz, di sala 1985’an de di pêvajoya ku FARC’ê bi Serokkomarê Kolombiya Belîsarîo Betancourt hevdîtinên siyasî dabû destpêkirin hatibû avakirin. Bi qasî 3 hezar endamên Yekîtiya Welatparêz û hin namzetên serokkomariyê, ku hikûmetê çav li bûyeran girt ji aliyê milîsên rastgir û qeçaxçiyên narkotîkê ve hatibûn qetilkirin.
Biryara dadgehê di pêvajoyeke ku di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de dihatin kirin de hat girtin ku armanca wan hevdîtinan bidawîkirina şerê 50 salan e. Di encama şerê ku di salên 1960’î de destpê kir de 600 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da û li gorî texmînên fermî ji 3 milyon mirovan zêdetir di nav welêt de ketin rewşa penabertiyê. FARC ku di sala 2011’an de dihat gotin ku 16 hezar gerîllayên wê hebûn niha xwedî 8 hezar gerîllayan e.