BI DÎMEN

Ji Koma Rocyar klîba 'Apo roja welatê min e'

Koma Rocyar bi zaravayê Hewramî stran û klîbek bi navê 'Apo roja welatê min e' amade kir.

Koma Rocyar a ser bi Navenda Çand û Hunerê ya Bêstûn a Rojhilatê Kurdistanê, di salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de stran û klîbek ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kir.

Klîba bi navê 'Apo roja welatê min e' bi zaravayê Hewramî hatiye amadekirin.

Naveroka stranê bi vî rengî ye:

"Apo roja welat e, gulesosina welat e
Wî bejn fena şilêr e, wî gotin ava heyat e

Apo rêberê me ye, kêşaye rêya azad e
Kêşaye navê Kurd ji nav toz e

Apo dibêje gel rizgar be, bila gelê Kurd jî xuya be
Zilm û stem û cefa bila nebe, şev biçe bila roj hilê

Jiyana azad e, ramana wî hevpeymanî
Lewma em dibêjin bi dil û can, bi te re ne em Ocalan"