BI DÎMEN

Şêniyên gundê Koksalanê: DEDAŞ zilmê li me dike

Li gundê Koksalanê ku şewata bû sedema jiyana 15 kesan lê destpê kir, gel ji ber cezayê ku DEDAŞ’ê li wan biriye nikarin hilberînê bikin. Li gund ne elektîrk ne jî av heye. Şêniyên gund dibêjin, “DEDAŞ zilmê li me dike.”

ŞEWATA LI ŞEMREXÊ

Di 20’ê Hezîranê de li 10 gundên di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewat derket. Di şewatê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Roja şewat derketî heta niha gundî daxwaza edaletê dikin û dibêjin heke di kêliyên ewil de ji hewayî mudaxile bihata kirin dê ev karesat pêk nehata. Gundiyên herêmê dibêjin niha jî li cihê şewatê tevdîrên pêwîst nehatine girtin. DEDAŞ’ê ti berpirsyarî di şewata ku li gundê Koksalan a girêdayî Xana Axparê ku ji dîrekên elektirîkê çêbûn û nêzî 37 sal in temîr û lênihêrîna wê nehatiye kirin negirt. Di raporên pisporan de bi gotina, “bûyera atmosferîk” hate xwestin ku DEDAŞ’ê ji sûcdarbûnê derxin. Piştî giliyên gundiyan DEDAŞ’ê gef li gundiyan xwar û ava bîrê bi hinceta “deynê wan heye” birî. Gundiyên ku ji ber vê yekê bê av man, di vê pêvajoyê de nikarin çandiyê bikin. Li gundên ku pirsgirêka elektrîk û avê nehatin çareserkirin, qûtbûn bi awayekî sîstematîk dewam dikin.

Ji şêniyên gundê Koksalanê Memduh Eren û Osman Esen ku anîn ziman ku DEDAŞ zilmê li wan dike, pirsgirêkên xwe yên piştî şewatê ji ajansa me re vegotin. Gundiyan diyarkirin ku di şewatê de li gundê wan 2 kes jiyana xwe ji dest dane û ji wê rojê ve jiyana wan bi temamî hatiye guhertin û destnîşankirin ku pirsgirêkên wan ên beriya şewatê hîna dewam dikin.

Memduh Eren pirsgirêkên heyî bi kurtasî wiha vegot, “Ev salekî ye elektîrîka zeviyên li gund tine ye. Me her sal 100 donim garis diçand, lê îsal dewlet jî DEDAŞ jî destûr neda. DEDAŞ bi vekirî got, ‘Eger hûn biçînin em ê elektrîkê nedin’ û bi rastî jî nehat dayîn. Ji wê rojê heta niha ne li zeviyan ne jî li malan elektîrk tine ye. Bi sedan bîrên me yên avê bêkêr man. Bi awayekî neheq cezayên bi milyonan lîre dan hemû gundiyan.”

Eren bilêv kir ku ew xebatên xwe yên çandiniyê hewl didin bi tankên avê bidomînin û destnîşan kir ku ev yek hem bêxer e û hem jî nikare were domandin. Eren bi domdarî wiha got: “Di şewata sala borî de bi sedan zeviyên çandî tine bûn. Eger genim hatiba çandin, ax wê zêdetir şil ba û şewat ev qas belav nedibû. Me jixwe karesatek mezin jiyan kir, zirara me jî nehat pêşwazîkirin. Niha jî bi ser de hilberandin tê qedexekirin.”

100 PEZÊN MIN ŞEWÎTÎ; DEDAŞ ME CARA DUYEMÎN MEXDÛR KIR

Osman Eren ê ku ji şewatê bandor bû, wiha qala wê roja tarî kir: “Şewat bi li hev du ketina dîregên elektrîkê dest pê kir. Bi bandora bayê zû belav bû. Zevî, bax û heywanên me hemû şewitîn. 100 pezên min şewitîn. Me jixwe di şewatê de êşên mezin jiyan kir, niha jî em hewl didin bi zilma DEDAŞ’ê re têbikoşin. Elektîrk û avê qut kirin. Domandina jiyana me hema hema ne pêkan bûye.”

Eren diyar kir ku ew wê demê bi saya piştevaniya gel xwe li ser piyan girtine û wiha got: “Hinek kes pez şandin, alîkariya xwarinê kirin. Şivanan di nava xwe de heywan komkirin gihandin me. Em vê piştgiriyê ji bîr nakin. Lê DEDAŞ rewşa me ji nedîtî ve hat, mexdûriyeta me zêde kir.”

CEZA HAT BIRÎN

Gundî dibêjin, dema ew piştî karesatê mane li benda alîkariya dewletê, rûbirûyê cezayan mane. Gundiyan diyarkirin ku şert û mercên jiyanê ya gund ku bêyî elektîrk û av e, her ku diçe zehmet dibe û ev bang li rayedaran kirin, “Em nikarin çandiniyê bikin, em nikarin heywanan xwedî bikin. Bêyî hilberandinê em ê çawa jiyan bikin? Elektrîk mafê me yê bingehîn e. Li vî gundî mirov mirin, dil şewitîn. Niha jî dixwazin em bijîn lê her tiştê ji destê me tê girtin.”