Hozanê gel Havizê Kor çû ber dilovaniya xwe

Hozanê Gel ê ji Kobanê Evdilqadir Hesen (Havizê Kor) li navçeya Pirûsê ya Rihayê çû ber dilovaniya xwe.

Havizê Kor li Taxa Kaniya Kurdan a Kobanê 1940'î jidayik bû û zikmakî ve î kor bû. Havizê Kor ku bi salan bi hunermendên li herêmê naskirî Baqî Xîdo, Mihemed Doman û Mîşo Bîkabor xebatên hevkar kirî bi gelek stranên xwe û gotina dastanên Derwêşê Evdî, Siyamend û Xecê û gelek rûdanên efsaneyî dihate naskirin.

Havizê Kord li gundê Ziyaretê yê Pirsûsê hate bicihkirin.