Hejmara destpêkê ya kovara 'El Oma El Dimoqratiye' hate weşandin

Hejmara destpêkê ya kovara 'El Oma El Dimoqratiye' li Qahîreyê hate weşandin.

KOVARA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Di çarçoveya piştevaniya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya mamosteyê dîroka hemdem ê Zanîngeha Demenhur a li Misrê Prof. Mihemed Rifat El Îmam û gelek akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên fikrê Abdullah Ocalan lêkolîn dikin, kovara 'El Oma El Dimoqratiye (Neteweya Demokratîk)' hejmara xwe ya destpêkê li Qahîreyê weşand.

Prof. Mihemed Rifat El Îmam ji ANF'ê re axivî û têkildarî kovarê got, "Demek bû ku li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan, meseleya Kurd û têkiliyên Ereb-Kurdan kovareke çandê ava bikin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ji sînoran û hindikahiyan wêdetir li tevahiya cîhanê deng vedaye."

El Îmam bal kişand ser armanca kovarê jî û got, "Em dixwazin têkildarî pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêkên navneteweyî nêrîneke zanistî ya bi hevsengî pêşkêş bikin. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd her wiha ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, beriya her tiştî ji bo pirsgirêka Fîlîstînê projeyeke giştî ye. Me navê Neteweya Demokratîk hilbijart ji ber ku li gel azadiya jinê û ekolojiyê mijara bingehîn a projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ev e."

GOTARÊN KOVARÊ

Di hejmara destpêkê ya kovarê de bi sûdwergirtina ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gotarên dewlemend hatin weşandin. Lêkolîner Ahmed Mihemed Inbiyowe bi sernavê 'Ocalan... Di rexnekirina dewletê de rola fikrî', lêkolîner Dr. Elî Sabît Sabrî bi sernavê 'Projeya Ocalan esasê jinûve xwendina dîrokê ye', lêkolîner Hedir Mesed Etiye bi sernavê 'Dîrok û nasnameya Kurd... Li zanîngehên Misrê xwendina karên zanistî' gotar weşandin.

Nivîsa 'Destpêk... Kurdistan bû' ya Dr. Seher Ehmed Hesen, nivîsa 'Di ser Şêx Seîdê Pîranî re 99 sal derbas bûn' a Dr. Mihemed El Seyd Şîlbî çend ji wan nivîsan e ku di kovarê hatin weşandin. Her wiha nivîsên Eşreqet Mihemed El Îmam û Şeyma El Şawarbî jî di kovarê de hatin weşandin.

Lînka online ya kovarê bi vî rengî ye: