Hefteya Çanda Kurd li Belçîkayê bi çalakiyên hunerî dewam dike
Li gel Kurdistaniyan, welatiyên Belçîkî jî bi baldarî çalakiyên Hefteya Çanda Kurd dişopînin.
Li gel Kurdistaniyan, welatiyên Belçîkî jî bi baldarî çalakiyên Hefteya Çanda Kurd dişopînin.
Hefteya Çanda Kurd a 8'emîn li paytexta Belçîka Brukselê bi coşeke mezin dewam dike.
Kurdên ji 4 aliyên Kurdistanê, di hefteya çandê de hatin gel hev. Festîvala ku di 15'ê Tebaxê de li qada Place de Bourseyê bi meşa çandî ya li ber dahol û zirneyê destpê kir, bi coşeke mezin dewam dike.
Doh jî bi pêşandana cil û bergên Kurdî û derketina hunermendên weke Xelîl Sadiqî, Dahol û Zirne, Hozan Seid, Kemençe û koroya hunermendan bi stranên gelêrî yên dengbêjî, hin komên biyanî jî derketin ser ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin.
Hunermendên tevlî festîvalê bûn, beriya bistirên bang li gelê Kurd kirin ku bi xurtî xwedî li çand, ziman û hebûna xwe derkeve.
Di hefteya çandê de ji bo nasandina çand, huner û kelepûrên Kurdî gelek kesî serdana konê çandê kirin.
Her wiha li gel xwarinên herêmî yên Kurdistanê gelek pirtûk jî di standan de hatin nîşandan.
Roja sêyemîn a hefteya çandê herî dawî jî bi strana "Çerxa Şoreşê" û bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî berxwedana gerîla', 'Bijî Rêber APO' heta saet 21:00 dewam kir.
Hefteya çandê wê îrob bi dawî bibe.