Heftanîn, heft rengên Kurdistanê

Em bi rê ketin. Rêwîtî dirêj bû. Em bi qaçaxî dikevin welatê xwe, ji bo neyên girtin, ji bo neyên kuştin.

Eger ev ne mêtingerî be wê çaxê çi ye? Mîna ku beriya niha em qet di vê rêyê de neçûbûn. Carna rêya herî kurt a gerdûnê mîna rêya herî dirêj bi te tê. Carna kaş û rêyeke ku gerîla lê dimeşe mîna rêya herî kurt tê. Li ber çavên min û li aqlê min ev gotinên serhildêr û bi hezaran êşên mîna vê. Em digihêjin ser rê, tabelayeke ji rengê pirtiqalî li ber me ye. Bi Erebî wiha li ser nivîsî ye "Gundê Sure."

Daran rehê xwe berdane axê, di nava xweliyê de xwe berdaye nava cewhera xwe. Pelek jî li ser xakê nîne... Ev xak ji hinekan re bû mal, ji hineka re jî bû goristan. Gundiyan malên xwe bi vê xakê çêkirin, miriyên xwe, hezkiriyên xwe li vê xakê veşartin, kirin goristan. Goristana gund jî şewitiye. Hejmara mozên mirine û li ser xakê ne ne ya jimartinê ye. Dibe ku mîna deh hezaran xwestin êrişî dagirkeran bikin, bi wî rengî li xakê reşiyan. Veguherî qadeke cengê. Sed roj di se re derbas bûn. Zêdeyî sed roj in ev gel, ev xak, ev dar, êşek nemaye ku nedîtine. Extiyarek li pêş pezên xwe diçêrîne.

Dibêje, "Keça min; wan xaka me firotin, firotin. Kes wê malbata Barzanî efû neke! Wê kî karibe ewqas xayinan efû bike." Ji bo fêhmkirina vî apê extiyar bi hezaran hevok divê. Ew apê extiyar mîna birînekê ku li Başûr kes nabîne. Mîna wijdanekî ye ku kes berê xwe dane û divê çavên xwe lê veke. Gotinên vî apê extiyar di rûpelên herî rasteqîn ê dîroka Kurdistanê de cih digirin. Û dîrok niha di sedsala 21'ê de ji nû ve tê nivîsandin.

Hallac dibêje, "Dojeh ne ew cih e ku em lê diêşin, ew cih e ku kes nabihîze em lê diêşin." Dibe ku dohejbûna bihuşteke bi vî rengî ye. Dilê mirovan teng dibe, bêhna mirov diçike, zimanekî ku nizane wê çi bêje, aqil û wijdanekî ku mirov nizane çawa fêhm bike hucreyên mirovan tengav dike. Gelo çi bi serê gelê Başûrê Kurdistanê ve nehat, çi nedît, kî nedît, çi êşkence lê nehate kirin. Em ber bi jorê ve diçin. Dimeşin û dimeşin. Li quntara vî gundî mal hene.

Hindik maye bibe nîvê şevê, saet derdora 11'an e. Balafirên keşfê qet nasekinin. Vaye ew teqîna mezin ku gêrîk li binê xakê hejand, çûk ji ser guliyê darê xist xwarê, zarok bi girî ji xew hişyar kir, gerîla xiste nava liv û tevgerê. Bi dengekî kêm dibêjin, 'Li Bektorya dixin'.

Çavên gerîlayên ciwan ên li gel min hemû li stêrkan e. Tenê daxwazek wan heye; bila tiştek bi hevrêyên wan neyê. Li gel êrişên hewayî yên giran, teknîka dibe ku heta niha li devereke din nehatiye bikaranîn, li ser girên bihuşta Heftanînê tê bikaranîn. Gerîla jî digihîşt wê profesyoneliyê ku xwe biparêzin. Û min ew dîmen dît ku hîn di bîra min de ye. Dibe ku zêdeyî bîst helîkopterên skorsky û kobra di ser Kela Şabanîkeyê, di ser qada Şehîd Kendal , di ser Dûbişkê diçin qadên Gre Biye, Boxaza Spî, Koordîneyê. Ev der Ewropa ya Şerê Cîhanê yê Yekmeîn a 1914'an, Çiyayekî Kubayê yê şerê 1895'an bû...

Niha di sala 2020'an de qada heft rengan a Kurdistanê qada Heftanînê ye ku zêdeyî 107 roj in li dijî teknîkê, xayin û nokeran bûye qada cengê ya gerîlayên HPG û YJA Starê ku bi çalakiyên xwe, bi berxwedana xwe xaka Başûr diparêzin.