HDP: Ev 100 sal in qedexeya li ser Kurdî sîstematîk e

HDP'ê ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî daxuyaniyek da û got, ''Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in bi awayekî sîstematîk tê meşandin. ''

HDP'ê bal kişande nêzîkatiya netew-dewletan a li zimanên ne fermî û got, ''Ji serê sedsala 20'an heta niha, li cîhanê gelek netewe-dewlet bi hişmendiya xwe ya yekparêz rê li ber parastin û pêşvebirina zimanên curbicur girtin û ji wan re mafê jiyanê nehiştin. Li Tirkiyeyê jî di encama polîtîkayên bişaftinê yên sîstematîk de, gelek ziman hatin hêrandin û transfera zimanî di navbera nifşan de hat qutkirin. UNESCO, di “Atlasa Zimanên Di Bin Xetereyê Ya Cîhanî” de aşkera dike ku li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên bişaftinê de heta niha 18 ziman an hatine tunekirin an jî di bin xetereya nemanê de ne.''

'KURD JI BO KU BI KURDÎ DIAXIVIN LI BAJARÊN TIRK TÊNE KUŞTIN'

Derbarê polîtîkayên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî ziman û çanda Kurdî jî, HDP'ê got, ''Polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên sîstematîk ên ji serê sedsalê heta niha tên meşandin, îro jî ji aliyê desthilatiya AKP-MHPê ve tê domandin. Nemaze piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an, êrişeke mezin li dijî zimanê kurdî hat meşandin; rojname, kovar, ajansên nûçeyan, radyo, weşanxane, komele, enstîtû, kanalên TV, pêşdibistan bi KHKyan hatin girtin. Bi destê rejîma qeyûman êrişên li ser zimanê kurdî hatin gurkirin, xizmetkariyên pirzimanî û pirzaravayî yên di bin banê şaredariyan de, ji aliyê qeyûman ve hatin tunekirin; welatiyên Kurd ên li bajarên Tirkan dijîn, ji ber ku bi Kurdî axivîn, ji aliyê nijadperestan ve hatin qetilkirin. Wek berdewama vê ferasetê îro jî li Meclisê zimanê Kurdî wek “zimanê nayê zanîn/fehmkirin” di zabitan de bi cih digire. Ev yek nêzikatiya li zimanê Kurdî bi awayekî zelal aşkera dike.

'QEDEXEKIRINA ZIMANAN SÛCEKÎ DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Bi domdarî HDP'ê derbarê zext û qedexeya li ser Kurdî wiha got:
''Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Îro jî ziman nayên parastin û pêşvebirin, li şûna wê di Qanûna Bingehîn de, mafê jiyanê ji tu zimanan re nehatiye hiştin. Desthilatiya AKP-MHPê, xwedî li mîrasa asîmîlasyonîst û qedexeparêz derdikeve û wan polîtîkayan bi xwe dimeşîne.

Di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de em hemû zar û zimanên ku li dijî qedexe û bişaftinê li ber xwe didin û hemû qadên jiyanê ji xwe re kirine qadên berxwedanê, silav dikin. Me soz daye gelên xwe, heta ku hemû ziman, çand, gel, bi awayekî yeksan bijîn, em ê tu carî ji vê berxwedana pîroz venegerin. Ji bo vê, em Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû gel û zimanên cîhanê pîroz dikin û bangî hemû gelan dikin da ku li zimanê xwedî derkevin.''