Gaxand ne tenê cejene 3 rojî ye..

''Ji bo miroven wê erdnîgariyê ne tenê cejene 3 rojî ye, weke çîroka jiyana felsefî ya salekê ye''

Li cîhanê gelek civak sersalê pîroz dikin. Ev pîrozbahî bi wê hêviyê ne ku bandora nebaş a dema bihurî bidawî bibe. Cejna Gaxandê jî yek ji van rîtuelê Mezopotamyayê ye. Niha li Dersimê didome ev rêz û rêçik lê her ku diçe tê jibîkirin û li hêlekê hewl yê dayin ku neyê jibîrkirin. Belgefîlma Gaxand ya ku Umur Hozatli derhêneriya wê kiriye, behsa wê cejnê dike ku li hin deveran heftiya dawiyê ya Kanûnê dest pê dike û heta heftiya pêşî ya Çile didome.


Têkilî cejna Gaxandê em  bi çêkerê belgefîlmê bi Cemal Taş re axivîn.


Taş têkilî cejna Gaxand got çandeke qedîm e, ji hêla veguhaztina çand û çîroka mîtolojîk ve ku destpêka sersalê tê pîrozkirin.Taş radigihîne ev cejn heftiya sêyan a Kanûnê dest pê dike û sê rojan didome, lê li gorî deveran destpêka cejnê diguhere li hin deveran heta heftiya pêşî ya Çile didome.

Taş dibêje ev cejna navborî ku gelên Mezopotamyayê pîroz dikin lê niha li ber jibîrkirinê ye bi hezaran bi paş ve diçe, dema ku mirov bala xwe dide gelên ku vê cejnê pîroz dikin, xuyaye ku dilê wan li ser sirûtiyê, ajalan û mirovan e.

Taş diyar dike ji ber sedema guherîna nifûsê ya bi xilbeyî li cihên ku rêça Gaxandê qels bûyî, li nav gel veguhastina dîrok, çand û mîtolojiyê jî qels bûye, li gel vê jî li Dersimê di serî de gelên Elewî hin civakên qedîm ev çand parastine û heta dema niha anîne.

Taş  got, Cejna Gaxandê ku yek ji çanda gelên Elewî ye, li kêm deveran tê pîrozkirin û tevahiya belgefîlmê ya Umur Hozatlî li zemanê siruştî, li derdoreke sirûştî, bi tevgerên sirûştî hatiye hazikirin.

Taş bi domdarî dibêje, nifşê ciwan ê herêmê ne pir bi ser ve bin jî meyla wan li ser van gerdîşeyên wiha heye û dibêje, ''Ji bo mirovên ku li wan deran dijîn ne tenê cejene sê rojî ye, weke çîroka jiyana felsefî ya salekê ye. Ji nifşan derbasî nifşan dibe lê her ku diçe qels dibe.''