FT, hedefên Tirkiyeyê yên mezinbûnê gelekî nepixandî dît

FT, hedefên Tirkiyeyê yên mezinbûnê gelekî nepixandî dît

Fînancîal Tîmes, ku cihekî berfireh da mijara zêdekirina faîzan a ji aliyê Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê, wiha nivîsand: Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan aboriyê li gorî hilbijartinên herêmî, giştî û serokkomariyê yên di van du salên pêşiya me de eyar dike.

Fînancîal Tîmes li gorî kurtenûçeyên çapemeniya Îngilîz a di servîsa  BBC Tirkî de, destnîşan kir ku zêdekirina faîzan a duh Bankaya Navendî aşkera kir, di pêvajoya Bankaya Navendî ya Amerîka FED di mijara ku pereyan dixe piyasayayê de tê ber bi dawiyê, dubendiya aboriyên ku pêş dikevin nîşan dide. Rojname dide xuyakirin ku Erdogan bi mudaxelekirina li hemberî piyasaya dovîzan re hewl dide enflasyona ji ber ketina nirxê lîreyên Tirkiyeyê çavkaniya xwe digire asteng bike.

Rojname di vê mijarê de wiha berdewam dike: “Erdogan, ji ber protestoyên li hemberî otorîteyê yên di demên dawî de “lobiyeke faîzê” ya navneteweyî ya ne diyar sûcdar kir” û rojnameyê wiha berdewam kir:  “Pirsgirêkeke mezin a carî (xerckirina hundir) ya Tirkiyeyê heye. Ev lîreyên Tirkiyeyê dixe rewşeke krîtîk. Di encama terkkirina pompekirina pereyan de eger sermayedarên biyanî xwe vekişînin û nediyariya siyasî berdewam bike, dê lîre lewaz bibe û wê ji hilberînê zêdetir xerckirin çêbibe. Yanî Tirkiye, li hemberî tehdîta mezinbûnê neçar bû faîzan zêde bike. Hedefa Tirkiyeyê ya mezinbûna ji sedî 4, heta xerckirina hundir zêde nebe, wê ji faîza zêde bi bandor bibe. ”