Fîlmê “Ji bo azadiyê” di şert û mercekî çawa de hatiye çêkirin?

Armanca çêkirina fîlmê "Ji bo azadiyê" ew e ku berxwedaniya Sûrê her tim zindî û mayînde bimîne.

Fîlma “Ji bo azadiyê” fîlmekî nû yê Kurdiye ku xebatên wê yê çêkirinê bidawî bûye û di demekî nêz de wê li sînemayên Kurdistan û cîhanê were nîşandan. Fîlm wê cara yekemîn 31’ê Kanûnê li Sînemaya Salîm a bajarê Silêmaniyê were nîşandan.

Fîlmê “Ji bo azadiyê” qala berxwedaniya 100 rojî ya li Sûra Amedê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk a dagirker sala 2015’an bi awayekî hovane êrîşî navçeya Sûra Amedê kir, navçeya Sûrê ku xwedî dîrokekî kevnar a sedan sal bû hilweşand û bi dehan welatî qetil kir.

Lîstikavanê fîlm Şîroyê Hendê derbarê pêvajoya çêkirina fîlm de axivî û wiha got; ““Dîmenê fîlmê li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê piştî amadekirina sehneya Sûrê hatiye kêşandin. Beşek ji lîstokvanên fîlmê di berxwedanê de şehîd bûne.”

Hendê derbarê çîroka fîlm de  jî wiha got: “Çîroka Sûra Amedê jî weke hemû çîrokên din ên Kurdî, çîrokekî zindiye û heta îro jî didome. Beşek ji wan lîstokvanên ku di fîlmê de cîhgirtibûn berê jî bi xwe di berxwedaniya Sûrê de cîhgirtine û bi xwe beşek ji berxwedanê bûne. Beşekî din jî piştî xilasbûna fîlmê li Bakur yan jî Rojavayê Kurdistanê tevlî berxwedaniyê bûn û şehîd bûne.”

Derhênerê fîlmê “Ji bo azadiyê” Diyar Heso jî derbarê şert û mercên ku dîmenê fîlm têda hatî girtin de wiha got; “Dema me dîmenê fîlmê digirt, ji aliyekî li bajarê Reqayê şerekî dijwar a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dihat birêvebirin û ji aliyekî din jî dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êrîşî bajarê Efrînê dikir, her wiha li Rojhilata Navîn de guhertinên siyasî dihatin çêkirin. Cîhê ku me dîmenê fîlmê digirt li ser sînorê Tirkiyê bû lewre bi berdewamî firokeyên keşfê yên bêmirov li ser asîmanê herêm de difiriyan. Beşekî mezin ji lîstokvanên fîlmê bi xwe şervan bûn û bandorekî zêde ya rewşa şer li ser derûniya wan hebû. Rojavayê Kurdistanê di bin ambargoyekî pir giran de ye lewre ji bo anîna emrazên teknîkî yên ji bo fîlmê bi serê xwe pirsgirêkekî giran bû.”

Heseo bi domdarî got; “ Kurd di mijara derhêneriyê xwedî ezmûnekî mezin nîne lê ji bilî çend derhênerê Kurd bi rastî jî fîlmekî mezin û baş çêkirine û dikarin bêjin ku di asta cîhanî de ne. Lê belê li gel wê yekê ji aliyê teknîkî û derhêneriyê de ezmûnekî wiha nebû ku bikarin ew fîlmê bi hêsanî çêbikin. Ji ber wê jî me pir zehmetî kêşand lê hem ji aliyê xebatkarên fîlmê de daxwaz û heskirinekî pir zêde hebû hem jî ji aliyê gelê Kobanê ku bi awayekî dilxwaz û xwebexş alîkariya me dikirin û bi girîngî temaşeyê çîroka fîlmê dikirin.”

‘ARMAMC DANASÎNA ÇÎROKA BERXWEDANIYA AMEDÊ YE’

Berpirsê Prodoksyonê fîlmê Sêvnas Ewdikî jî derbarê girîngiya çîroka fîlmê de ragihand: “Li çar perçeyên Kurdistanê bi dehan berxwedanî pêşketine lê belê nehatî qalkirin û ji bo wê kar nehatî kirin. Armanca çêkirina wê fîlmê ew e ku berxwedaniya Sûrê her tim zindî bimîne, bi hûnera ku em tê de kar dikin em dixwazin bi wê fîlmê çîroka Sûra Amedê bi hemû Kurdistan û cîhana derwe re bidin naskirin.”

Herî dawî Ewdikî got; “Bi hêvî me ku fîlm bi dilê gelê Kurd û netewên din be. Hemû kes fîlm weke çîroka xwe bizane. Em daxwaz dikin ku baş pêşwaziya fîlm were kirin û salona sînemayê tijî bibe.”