BI DÎMEN

Festîvala Çanda Kurd a 8'êmîn li Brukselê destpê kir

Festîvala Çanda Kurd a 8'emîn li Brukselê bi meşeke çandî destpê kir.

Festîvala Çanda Kurd a 8'emîn li Brukselê destpê kir.

Festîval wê heta 18'ê Tebaxê dewam bike û gelek hunermendên Kurd, komên govendê hunera xwe pêşkêş bikin û xwarin û kincên gelêrî wê bêne nasandin.

Festîval li qada Place de Bourseyê bi meşa çandî ya li ber dahol û zirneyê destpê kir. Di festîvalê de Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 40'emîn de hate silavkirin.

Ji Tevgera Jinên Kurd Zubeyde Zumrut li festîvalê axivî û got, "Eger em îro vê festîvalê pîroz dikin, em minetdarê Pêngava 15'ê Tebaxê, PKK'ê ne. Bi saya pêngavê em bi çand û zimanê xwe dijîn."

Hunermend û komên ku di festîvalê de wê hunera xwe pêşkêş bikin bi vî rengî ne:

"Koma Muzîkê ya Yilmaz Guney, Hozan Dîno, Xelîl Sadikî, Koma Jordaw, Koma Govendê ya Zarokan, Koma Mîran, Hozan Terzî, Dîwana Dengbêjan, Hozan Şemdîn, Evdê Sîlopî, Hozan Xecen, Hozan Rêber, Hozan Seîd, Koma Erbaneyê ya Serhed, Hozan Sûltan Botan, Koma Stêrk, Pel muzîk, Koma Çar Newa."