Febronîa

Genimê we dexlên we nîsk û xêr û bêra we ye, di dêra xweşikbun û zanistiyê de bedena we ya berxwedêr jî qest bikin.

Febronîa

Bê deng nebe,

Bi zimanê welatê xwe tiştekî bêje,

Texsîr neke û bisteh bêje,

Febronîa

Ew li Bajarê we Xweda-vend in û qelem siltan in

 

Febronîa

Firînê li ser xwe nakin bar, ew  li binxetê, ji Bajarê Febronîa  têr nabin, di nav cengê de di nav çeperan de bi zendên xwe û bi lûleyên  tifingên xwe  enî mêr in. Çiya li ber destên sehrayê hew kêm û dereng dimînin. Ew li binxetê, li serxetê û di zemanên Febronîa de û li ser texteyên xwe qelem siltan in, Ew di cenga Kobanê de di cenga çolê de li ber bayê, li ser Kaniyên, binxetê û ji  axa xwe  re dildar in. Bi dewsa hespên xwe bi berxwedana xwe kumêt û bedew in. Bi cenga xwe bi Bajarên Febronîa û lempeyên kû nayên temirandin, şopdarên xwe ne, şopdarên Febronîa yê ne.

Febronîa

Wexta lingên we destên we di dêra kevnar de ceza û sûcbar dikirin. Genimên zevîyên we qest dikirin, wan dixwestin hebên dexlê we jî serî wê jêbikin û biqusînin.

Febronîa, ji her bilindahîyekî re daketin û naverasta deştekê ji awiran dirêjtir nabe. Nabe ku avê,  ji genimên serzer û di çemên welatê xwe de bi zend û bendan, ji bo xwe pê nebînin. Quntarên çiyayan dengê xwe ji axa deştê re texsîr nabe. Qêrîn û tivinga binxetê, awirên xwe li ser lempeyên bajarê we bila kêm nebe. Febronîa awirên xwe li ser bajarên xwe li ser lempeyên welatê xwe bihêlin. Mişext nekin, tiştekî ji xwe mişext nekin. Bajarên xwe lempeyên xwe,  xaniyên xwe, genimên  xwe  jî di mala xwe de mişext nekin. Mişextiya xwe bedewiya xwe axa xwe xwîna xwe mişext nekin, hûn bi binxetê, bi Febronîa berxweder in, bi Febronîa, li Serêkaniyê, li hemberê Nisêbinê, Bi sinemaya Amudê, li ser Miştenurê  bedew in.

Febronîa destên we şûr in, destên we mertal zêr, elmas, zîf û tûj in, Febronîa zimanê we lal bikin, singa we jêbikin, guhên we destên we Bajarê we bê serî jî bihêlin, Ew nikarin li ber awirên we yê firînê bisekinin. Febronîa bi secereya xwe ve hûn heq in. Li sehrayê, li binxetê,  heq dikin, di bedewiya xwe de bi per û baskên xwe bifirin, qulingên Bakur bila ber bi we ve bi rê bikevin. Ew neyar in, hebên çolê jî ji ber wan diêşin, lingên li binxetê, çungên xwe qet ji çiyayan re ne êşînin,  qahîm bikin diwarên xwe bi tehd û quma ku ji we re lihêf û balîf in,  çolê û sehrayê bi destê xwe nedin derizandin. Febronîa di berxwedaniyê de bi secereya xwe bedewin. Wê li ber derîyê genim û dexlê we ti kes serî xwe netewîne. Genimên we li binxetê,  ji kûr bayê, li ser sînoran didin ber dojehê, Febronîa xwe bi bêbextan re nedin xapandin. Ew bi tank û topên xwe nikarin we bikujin û bêzar bikin. Dexlên we nan û danê we serjê bikin. Qest dikin, Bajarên ku dixwestin we tê de mişext bikin ceza bikin,  sûcbar bikin, Qest dikin singa bajarê we,  wê hew  we bi tarîyê xwe bixapînin, Ew nevîyên Ehrîman in, tarîyê di bêrika xwe de tîje dikin. Dengê tivingan, li bajarê we lempeyên bajarên we di çeperên we de hew wê bi temirin.  Soran, Kirmanc, Sûryan, Ermen, Ereb, Xirîstîyanên ku nivîsên, li ser kevir, dîwêr, dixwendin, Wê di  serdemên welatê xwe de wê di oxira dîrokê de xwîna azadiyê bihunin. Çiya ji bo we bê sebir û bê tebat in. Bi çeka we dengê guleyên we û li ser zinarên newala qesaban lêdide. Tifinga we tîr kevan e. Xwedavend û xwedayên ku ji çiyayan bi bawer in, çavên wan rihê wan dilê wan

ji we re lê dide.

Febronîa

Çiya  bê sînor in. Destar, teşî û aşê hunandina serkeftin û qezençkirina azadiyê, ji we re ye, çol bi sed hezar metre û çargoşeyan, emanetê kefa  destên we ye.  

Febronîa

Yên li pey we  tên bi xîret in,

Em di bilindahîyekî bê navber, li we û cenga we dinêrin, Ne çiyayî bêçare ye ne jî binxet û sehrayên xêrê wê ji gotinên xwe bên xwarê, Febronîa, we li hember balafiran, di bin zimanê xwe de û li binxetê, lingên xwe li ser axê zincîr kirine,  çolê li ser nav milên xwe dikin, bi sefîneya okyanusan, rextê xwe girê didin, dûpişkên xwe li ser sinoran dikin mertal,  Ew di ewrojekî Hezîranê de hatibun. Febronîa ew nevîyên Ehrimanin.

 Niha! Bo tirêjên rojê, li ser axê û li binxetê, ji bo ewrên reş yên asîmanan di ser Bajarê we û di  sehrayê de bînin, canê we giyana we qest dikin û di meha Cotmehê de li ser we de tên, weke gurên har, gurên kû neyarên heyvronîyê ye. Ew bi navê tarîyê xwe wer dibînin. Ew dixwazin li ber çavê we di nav goristanan û  di nav sinoran de neyarên we ne kû  xwe darve dikin û ji bejna Bajarê Febronia yê  bêçare dimînin.

Febronîa ew tên we biqedinîn Çolê ji we re heram bikin, talan bikin. Her tiştên we bi destên xwe qir bikin. Çarenûsa we bi destê we ye, Bi zirxpoşên xwe, bi teyare, bi tankên xwe jî di ser we de werin jî çiya li pey we ne. Çiya bi kirasên çolê, ji we re sitargehin

Febronîa

Bilindahî bi we re ye

Febronîa her tişt di oxira azadiya we de ye

Heke ew lempeyên bajarên we bi temirînin,

Wê destên xwe yên serjêkirî bibînin

Febronîa

Dilopek xwîna we jî vexwin,

Genimê we dexlên we nîsk û xêr û bêra we ye, di dêra xweşikbun û zanistiyê de bedena we ya berxwedêr jî qest bikin. Bi rengên çiyayan, xwe li dora Bajarên xwe bi tilîliyan, di deştên bê dawî de li pey şopa çiyayan bi xatirê sehra û xweş kaniyan bigerînin. Wê ew neyar û qestxwar bê kû xwe li sinoran biqelibînin û di nav kolanên we de wê xwe bixeniqîn. Çiya, ax, kevir, stêrk, heyv û zanistiya heqîqetê, bi destê we ye.

Bi genimê we Febronîa bedew dibe,

Bi dêrên web i mizgeftên we bi dexlê we li binxetê, bi Sînemaya Amudê, Nisêbina Rengîn, Serêkaniyê, Kobanê bedew dibe û bi welatê Febronîa

Li Qamişlo lê ber dêra bê derî de li Gundê Hîmo   

Binxet bi peyvên genimê serzer li berxwe dide û bi dengên tivingên xwe û di cengê de bedew dibin

Febronîa

Ev cenga Kurdan,

Ew gel û şervanên ku tehma çiyayan, bi birîna xwe dipêçin

Bi berxwedana Kurdan, li Bajarê we li welatê we li ber xwe didin,

Febronîa,

Tiştekî bêje,

Genim, deşt,

Bi zimanê xwe bêje,

Binxet û welat ne birîndar e…