BI DÎMEN

‘Em ê ti carî dest ji ax û hunera xwe bernedin’

Raman Hisên diyar kir ku ew ê hunera xwe ya mûzîkê dewam bike da ku çand û hunera Kurdî biparêze û got: “Çiqas zor û êşkence li ser me were kirin jî, em ê her tim li ber xwe bidin û dest ji ax û hunera xwe bernedin.”

Çanda Kurdî ku nifş bi nifş berdewam kiriye, xwedî kevneşopiyeke dewlemend e. Yê ku wê kevnoşopiyê diparêze jî gelek çîrok, stran hene. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ciwanên ku xwedî li çand û hunera xwe derketin hene, yek ji van ciwanên ku hunera xwe ya Kurdî diparêze Raman Hisên e.

Raman Hisên ê ji temenê 8 salî û niha jî temenê wî 16 salî ye bi hezkirin û coşek mezin hunera xwe ya muzîkê roj bi roj mezin kir û vediguherand berhemek ku li pêşiya xwe mezin kir.

JI TEMENÊ 8 SALÎ HUNERA XWE DERXIST

Raman Hisên li ser hunera xwe ya muzîkê ev tişt got: “Min ji temenê 8 salî ji stran û awazên muzîkê hez dikir. Roj bi roj malbata min piştgiriya min dikir û li ser vê hunera muzîkê moralê min bilind dikirin.  Ev jî alîkariyek mezin e ku ji vê xewn û xeyalan bikim berhem.  Her wiha di dibistanê de jî mamoste û hevalên min tim li ser vê hunerê pêşketinek ji bo min didan avakirin.”

STRANÊN CUR BI CUR DIBÊJE

Raman axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di sala 2022’yan de ez tevlî komên muzîkê yên gelêrî bûm. Her wiha li ser alava gîtarê min xwe fêr kir û di koman de min stran digot. Hem jî li gîtarê dixist. Stranê cur bi cur û bi zimanê cuda jî dibêjim lê min giranî da zimanê xwe yê Kurdî.”

Raman da zanîn ku ew stranên cur bi cur dibêje û wiha pê de çû: “Min gelek amadekariyên xwe yên siberojê kirine ku ez strnanên xwe bi awaz û gotin bikim. Li tevahî cîhanê belav bikim da ku her kes bizanibe ciwanên Rojava tu car dest ji çand û hunera xwe bernadin û her dem wê berdewam bikin. Lê rastî hêza min ya aborî pir kême lewra ez niha jî li ser vê tiştî dereng mame.”

‘EM DEST JI AX Û HUNERA XWE BERNADIN’

Raman di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku her kes xwedî li hunera xwe derkeve û got: “Çiqas zor û êşkence li ser me were kirin, em ê her tim li ber xwe bidin û dest ji ax û hunera xwe bernadin. Ji ber ku eger mirov xwedî li ziman û çanda xwe derkeve êdî tu kes nikara li ber riya wê\wî bigire. Di dawiyê de jî ez daxwaz dikim ji tevahî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku huner û çanda xwe ya bi hezaran salan, biparêze da ku tu kes nikaribe gelê Kurd tune bike.”