'Efrînê Evînê' ji dijmin re dibêje: Tu nikare bi ser bikeve-NÛ BÛ

Derhênerê dokûmantera muzîkal a bi navê 'Efrînê Evînê' Zekeriya Efrîn diyar kir ku bi rêya vî karî wan peyama "Tu çiqasî êriş bike, tu dagir jî bike, nikarî çanda me tune bike" didin dagirkeran.

Dokûmantera muzîkal a bi navê 'Efrînê Evînê' ku derhêneriya wê ji aliyê derhêner û rojnamevanê Efrînî Zekeriya Efrîn ve hatiye kirin, cihê xwe li festîvalên dokûmanter û fîlman ên navneteweyî digire.

Di dokûmanterê de bi rengekî muzîkal qala xwe, dîrok, çand, berxwedan û dagirkirina Efrînê dike. Gelek hunermend û muzîsyenên Kurd tevlî karê amadekirina vê dokûmanterê bûn.

Dokûmanter bi beşdariya hunermend Ezîz Xemcivîn, Brahîm Kêvo, Gare Sazkar, Yara Hebîb, Firîşte Efrîn, Jîn Xelîl, muzîsyen Ehmedê Çep, Mehmûd Horo, Hesen Gênco, Kawa Kalê û derhêner Zekeriya Efrîn ve hate amadekirin.

Zekeriya Efrîn, vî karê ku ji Kurdistan û Ewropayê gelek hunermend û muzîsyenên Kurd tevlî bûn, bi gotina "Tabloyeke hunerî ye ku hewl dide Efrînê bi her awayî nîşan bide" pênase dike.

Efrîn bi berxwedan û dîroka xwe her tim li Kurdistanê bûye xwedî cihekî taybet. Çawa ku li bajarên din ên Kurdistanê li dijî mêtingerî û dagirkeriyê berxwedan hate nîşandan, Efrînê jî bi heman rengî xwedî berxwedaneke mezin e.

Zekeriya Efrîn anî ziman ku wan karê xwe bi derfetê gelekî kêm meşandin û vî karî şeş mehan dewam kiriye.

VEGOTINA DÎROKA 5 HEZAR SALÎ

Zekeriya Efrîn got, "Armanca me ew bû ku qala Efrînê û serpêhatiyên wê bikin. Me hewl dan Efrînê hem ji aliyê dîrok û çandê ve, hem jî bi berxwedana xwe ya bi heybet a Berxwedana Serdemê vebêjin." Zekeriya Efrîn destnîşan kir ku wan ev yek jî bi muzîk, helbest, stran û dîmenan kirin.

Dokûmanter her wiha qadên dîrokî Nebî Hûrî, Şêx Berekat, Keleha Samanê û Parsê Xatûn ên ji sembolên Efrînê ne, vedibêje. Ji Seyîdê Dîkê, Ehmedê Rûtê û Mistefayê Çolê heta Berxwedana Serdemê gelek sembolên dîrokî di dokûmanterê de hatine vegotin.

ME HEWL DA PEYAMA 'TU NIKARE ÇANDA ME TUNE BIKE' BIDIN DIJMIN

Zekeriya Efrîn ji ser armanca dokûmantera muzîkal wiha axivî: "Bi vî karê xwe me xwest tiştekî ji dijmin re bêjin. Ew jî wiha bû: tu çiqasî êriş bike, tu dagir jî bike em tune nabin. Te bi van êrişan xwest çanda me, dîroka me tune bike, lê belê çanda me wê tune nebe. Em bi dîrok, ziman û çanda xwe dilsoz in û ti carî dest jê bernadin."

'TÊKOŞÎNA EFRÎNÊ WÊ TI CARÎ RANEWESTE'

Zekeriya Efrîn got, "Me peyama ku dîrok û çanda Kurdan wê ti carî tune nebe, dan. Niha jî ji xwe êrişî qadên me yên dîrokî, xweza, çand û nirxên me dikin û hewl didin me tune bikin." Zekeriya Efrîn destnîşan kir ku bi saya vê berxwedanê çand û nirxên Efrînê ti carî tune nabin û têkoşîna ji bo Efrînê jî wê ti carî raneweste.