'Divê em li derveyî rêveberiya dewletê li qadên sivîl bixebitin'

3. Rojên Hunerê û Çanda Kurd a bi organîzasyona Çanda Mezopotamyayê  didome. 

Rojên Hunerê 25’ê Cotmehê dest pê kir. Bernameyên ku bi vekirina pêşangeha henuermend Murat Satilmiş dest pê kirî bi panêla ‘Di Rewşa Awarte de huner,’ bi nîşandan fîlmê ‘Cihê girî nîn e’ ya derhêner Reyan Tuvî û bi qonsêra ‘7 Roj Şev’ û ya Şahiya Stranan dom kir.

DIVIYA LI DERVEYÎ ŞAREDARIYÊ JÎ HEBÛNA

Zimannasê Kurd Samî Tan di panêlê de axivî û got, di serdema şaredariyan de tiştên ku hatine bidestxistin zêde xuya nakin û got, ‘’Xwezî me bikarîba hin  tiştan li derveyî şaredariya jî bikin. Me saziyên xwe xurt bikirana.’’ Tan diyar kir dibe ku dîsa mudahele bikirana, her tişt girêdayî BHQ’yan e û got, ‘’Saziya Zimanê Kurdî ji 92’yan ve heye. Di şevekê de dikarîbûn werin deriyê wê bişkînin. Desteser bikirana.’’ Tan bi domdarî got salên 80’î ji bo ziman navend Ewropa bû, 90’î navend li Kurdistanê bû Amed û Stenbol û got, ‘’Her ku çû mezin bû. Ji hêla hişmendî û çandê ve bajar dibûne Kûrdî. Ji bo zarokan krêşên weke Zarokîstanê ji hêla stratejîk ve jî dibistanên taybet girîng bûn. Ev an hatin girtin an jî hatin marjînalîzekirin.

49 SAZIYÊN ZIMÊN HATIN GIRTIN

Tan bi bîr xist ku 49 saziyên zimên hatine girtin, di van saziyan de 10 hezar mirov perwerdehiya zimên distandin. Tan diyar kir ku her demê bi fermî Kurdî li dibistanan dihate qedexekirin û got, ‘’Her sîstemê li hev bar dikirin. 2011’an giştînameyek weşandin. Hate gotin, mafê perwerdehiya bi zimên dayikê wê welêt dabeş bike û em ê vê mafî ti carî nas nekin. Ev daxwaza PKK’ê ye. Ji bo vê jî em hê nehêlin ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’’. Wêneyê îro şanîdêra wê ye.’’

DIVÊ DI QADA SIVÎL DE EM BIXEBITIN

Tan got, ‘’Heke em bibînin ku xebatên li ser zimên xebatên stratejîk in em ê bibînin ku bingeha pêşketina çand .û hunerê û saziyên wê ye jî’ û wiha domand: ‘’Niha astengî li ber me hene. 310 xwendakarên me hene. Saziyên me hatin girtin. Me dest bi perwerdehiya payizê kir, 150 xwendekarên me hene. Zext li ser kovara Zendê çêbû. Kurd bi saziyên xwe li ser piyan in. Divê em polîtikayên xwe li gor vê bikin. Desthilatdariya heyî dikare dest li ser destkeftiyê me yên dî jî bide lê li dijî vê divê em li derveyî rêveberiya dewletê li qadên sivîl bixebitin.’’

ME PÊŞIYA XWE NEDÎT

Lîstikvana şanoyê Berfîn Emekdar jî bal kişande zext û zordariya li ser saziyên çand û hunerê û got, ‘’Rewşa Awarete dîsa dest pê kir lê vê carê faşîzm pir mezin bû’ û wiha domand: ‘’Ne ku tenê dest li ser şaredariyê danîn dest li ser gelek saziyên serxbixwe danîn. Xwezî me bikarîba bi modêleke alternatîf ew derfet bi kar bianiye. Ne tenê li Amedê li hemû deverên Kurdistanê şano hatin girtin. Xwezî me li Amedê 10 komên şanoyê ava bikirana û dest bidaya. Xwezî me hinekî pêşiya xwe bidîta. Tenê li şaredariyan destek ji bo yek komê hate kirin.’’

DIVÊ HUNERMEND SERBILIND BIN
 
Hunermend Agît Işik jî got, ‘’Em ê bi serbilindî ji nav şertên Rewşa Awarte derkevin. Carinan ji hunermendan hilberandinên polîtîk têne xwestin. Biya min helwesta herî polîtîk ew e ku mirov di nav van şertan de bixebite. ‘’

Piştî panêlê fîlmên ‘Cihê girî nîn e’, ‘’Qeçûrçî’ û ‘’7 Roj Şev’ hatin nîşndan. Li Navenda Çanda Bajêr a Şîşliyê hunermendê NÇM’ê konsera bi navê Şahiya Stranan dan. Rojên fîlman heta 29’ê Cotmehê wê bidome.