BI DÎMEN

'Divê ciwan her roj kar û çalakiyên hunerî bikin'

Der barê huner û folklora Kurdî de, hunermendên ciwan gotin: “Erka sazî û ciwanan e ku girîngiyê bidin huner û folklora Kurdî û hunera Kurdî zêdetir bi gelê me bidin nasandin.”

Li ser huner û folklora Kurdî li başûrê Kurdistanê û girîngiya hunera Kurdî di pêşveçûna civak û neteweyê de, hunermend Danyar Yehya û Serwer Ciwanmêr ji ANF’ê re axivîn.

Hunermandan amaje bi girîngiya hunera Kurdî kir û gotin ku zindîmayîna gelekî girêdayî çand û hunera wî ye, lewma girîng e ku sazî alîkariya ciwanan bikin û hunera Kurdî bi wan bidin nasandin. Îro zêdetir girîngiyê didin hunera biyanî, ev yek bûye xetereyek li ser hunera Kurdî.

Danyar Yehya der barê hunera Kurdî de wiha got: “Divê ciwan bi armanca pêşvebirina çand û hunerê di nav civakê de kar û çalakiyên hunerî bikin. Wek şêwekarekî, ji bo ku huner û şêwekarî di nav civakê de bimîne û bibe çand,  min her tim hewl daye ku ez li bajarê Kelarê huner û şêwekariyê pêş bixim .”

Piştre Serwer Ciwanmêr diyar kir ku îro girîngiyê zêdetir didin hunera biyanî, ev yek jî xetereyek e li ser huner û folklora Kurdî û wiha domand: “Folklora Kurdî ji bo mayîna neteweya Kurd girîng e. Ji bo ku ev netewe bimîne, pêwîst e ku folklora wê zindî bimîne. Erka hemû saziyên welat e ku girîngiyê bidin huner û folklora Kurdî. Divê sazî girîngiyê bidin ciwanan ji bo pêşxistina huner û folklora Kurdî, stranên resen ên Kurdî biparêzin û bi ciwanan bidin nasandin.”