BI DÎMEN

‘Dîroka me tijî berxwedan e, divê em hay ji dîroka xwe hebin’

Mamoste têkildarî girîngiya xwendinê dibêjin, “Ji bo agahdarbûn ji dîrok û wêjeya Kurdî, divê em bixwînin. Bi taybetî mamoste ku erka perwerdekirinê li ser wan e, divê bêhtir xwe di warên xwe de pêş bixin.”

Ji ber bandora medyayên dîjîtal û çêkirina qeyranan ji aliyê desthilatê ve, roj bi roj li başûrê Kurdistanê xwendina pirtûkan paşve diçe. Beşek ji dezgehên rewşenbîrî jî bêhtir girîngiyê didin wan pirtûkan ku werger in yan jî bandora wan kêmtir li ser hişyarkirina civakê heye. Der barê çanda xwendinê de, mamoste Saman Mihemed û Herêm Nesredîn ji ANF’yê re axivîn.

GELÊ KURD XWEDÎ DÎROKEKE TIJÎ BERXWEDAN E, DIVÊ EM HAY JI DÎROKA XWE HEBIN’

Herêm Nesredîn behsa girîngiya xwendinê kir û got: “Xwendin hizra mirov fireh dike, bandorê li ser fikra mirov çêdike ji bo xwebûn û xwerexnekirinê û ji bo pêşveçûnê. Her gelek xwedî dîrokeke taybet e, çênabe ku em ji dîrokê bêhay bin, pêwîst e em bixwînin, bi taybetî em gelê Kurd xwedî dîrokeke tijî şanazî û serbilindî û têkoşîn in, lewma pêwîst e em hay ji dîroka gelê xwe hebin.”

‘JI BO ÇARESERIYA HER PIRSGIRÊKEKÊ PÊWÎSTIYA ME BI XWENDINÊ HEYE’

Herêm Nesredîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku girîng e mirov di hemû waran de bixwîne û wiha domand: “Ji bo ku pirsgirêkên rojane bandoreke xirab li ser me nehêlin, divê em bixwînin.”

JI BO KU EM HAY JI DÎROK Û WÊJEYA XWE HEBÛN, PÊWÎSTIYA ME BI XWENDINÊ HEYE’

Piştre Saman Mihemed amaje pê kir ku ji bo agahdarbûn ji dîroka gelê Kurd û gelên din, pêwîst e ku em pirtûkan bixwînin û got: “Di rastiya xwe de çênabe ku gelek hay ji dîrok û wêjeya xwe nebe. Divê em bi rêya pirtûkan bigihîjin dîrok û wêjeya xwe û dîrok û wêjeya xwe nas bikin. Lewma ji bo pêşveçûnê pêwîstiya me gelek bi xwendinê heye, ez hêvî dikim ku takekesên civakê girîngiyê bidin pirtûk û xwendinê.”

Di dawiya axaftina xwe de Saman Mihemed da zanîn ku çênabe ku mamoste nexwînin û wiha got: “Çênabe ku tu mamoste bî û girîngiyê nedî warê xwe û li ser nexwînî. Ji bo ku mamoste di warê xwe de şareza bin, pêwîstiya wan bi xwendinê heye. Niha ku serdema pêşketin û teknolojiyê ye, ji bo mamosteyan gelek rehet e ku xwe bêtir pêş bixin di warê xwe de. Loma ne rewa ye ku mamoste nexwînin û girîngiyê nedin pirtûkan.”