Festîvala Çandî: Em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser Meşa Dirêj ku li Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve hat lidarxistin û wiha got, “Em amade ne, em ê têkoşîna xwe bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser bixin.”

32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi temaya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin”, bi coşeke mezin dewam dike.

Di festîvalê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Endama Parlementoya Eyaleta Hessen Martine Feldmayer û Namzetê Hevserokatiya Partiya Çep a Elman (DI LINKE) Jan Van Aken axivîn.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li ser dikê xîtabî girseyê kir û wiha got: “Bi milyonan Kurd ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin. Gelê Kurd îro di vê qadê de girîngiya ku dide ziman û çanda xwe û daxwaza xwe ya jiyanê diqîre. Ji Bakur heta Rojava, li hemû parçeyên Kurdistanê hêviya gelê me çand û zimanê wan e. Hêviya wan ew e ku ev qad tijî bibe.

Keskîn Bayindir anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd a li Ewropayê dijîn gav bi gav pêş ve diçe û diyar kir ku hewldanên dijminên Kurdan ên ji bo parçekirina yekîtiya Kurd wê bê encam bimîne.

Bayindir diyar kir ku li Rojhilata Navîn û li ser gelê Kurd polîtîkayeke qirêj tê meşandin û destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî vê siyasetê têdikoşe û wê ev têkoşîn bi serkeftinê bi encam bibe.

Bayindir anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo gelê xwe, di heman demê de ji bo gelan hêvî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “50 sal in me serî li hember zilm û zordestiyê netewand. Gelê Kurd bawerî bi têkoşîna Abdullah Ocalan tîne, wê ev têkoşîn bigihe armanca xwe.”

Bayindir, destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo aştiyê xwedî girîngiyeke mezin e.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku pengav û têkoşîna azadiyê ku di vê çarçoveyê de hatiye destpêkirin, ji aliyê hunermend, akademîsyen û rewşenbîran ve tê piştgirî kirin û anî ziman ku wê ev gav bi encam bibin.

Bayindir bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd jî û Jîna Emînî di salvegera qetilkirina wê de bi bîr anî û bilêv kir ku têkoşîna jinên Kurd ji Asya heta Ewropa û Afrîkayê ji bo hemû jinan bûye hêvî. Bayindir got, “Ev şoreş û têkoşîna azadiyê, têkoşîna jinê ye.”

Bayindir qala têkoşînên ku ji bo bidawîkirina dîlgirtina Abdullah Ocalan a 25 salan û sepandina tecrîdê kir û got ku di vê mijarê de komploya navneteweyî dewam dike.

Bayindir got: “Em amade ne, em ê têkoşîna xwe bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser bixin.”

Bayindir ciwanên di Meşa Dirêj de cih digirin silav kir û anî ziman ku têkoşîna bibiryar a ciwanên Kurd ku 24 sal in didome, çi zehmetiyê bibîne bila bibîne wê di dawiyê de bi ser bikeve.”

Festîval bi stranên Hozan Kawa dewam dike.