Di teqîna li Beyrûdê de kesek mir 20 kes birîndar bûn

Di teqîna li Beyrûdê de kesek mir 20 kes birîndar bûn

Li taxa Şîa ya li başûrê paytexta Libnan Beyrûdê, di encama teqîna wesaîteke bombebarkirî de, kesekî jiyana xwe ji dest da, 20 kes jî birîndar bû. 

Teqîn li parka Navenda Hevkariya Îslamî ya li taxa Bir El Abed a herêma Haret Hraik, ku lê Hîzbûllah serdest e, rû da. Piştî teqîna wesaîta bombebarkirî şewat derket. Rayedaran dan xuyakirin ku li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 20 kes birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser milê xwe, lê tê texmînkirin pêwendiya êrîşê bi Sûriyê heye. Piştî ku Hîzbûllahê bi awayekî vekirî piştgiriya xwe ya ji bo Hîzbûllahê rave kir, di destpêka meha Gulanê de, di êrîşa bombeyî ya li dijî Hîzbûllahê li Beyrûdê de 4 kes birîndar bûbûn.