Di şerê droneyan ê dewletan de binpêkirina berpirsyariya exlaqî

Çekeke nû ya ku gefê li hemû zindiyan dixwe, salên dawî di bazara çekan a navneteweyî de cihekî mezin girt: Drone!

Droneyên ku bi hişê çêkirî hatine afirandin, ji ber ku weke çekekê di nava artêşan de têne bikaranîn, ji niha ve li gelek herêman bûne sedema encamên hilweşîner. Drone li Rojhilata Navîn, Asya û herî dawî jî li Ûkraynayê gelekî hatin bikaranîn. Ji aliyê 'berpirsyariya exlaqî' ya bikaranîna droneyan ve di halê hazir de li ser asta neteweyî û navneteweyî qanûneke spesîfîk nîne.

Bikaranîna droneyan a di şer de, li gorî peyman û qanûnên din ên li ser şer e. Nîqaşên li ser pîvanên droneyan an jî bikaranîna wan weke çekekê di nava saziyên navneteweyî de hînê negihîştine encamekê. Lê belê mîna çekên kîmyewî û biyolojîk, ji bo droneyan jî pêwîstî bi qanûnên spesîfîk hene. Li gorî hinekan, bikaranîna droneyan ji aliyê 'exlaqî' ve dikare bê qebûlkirin. Her wiha ji ber ku malilyeta polîtîk û psîkolojîk a êrîşên leşkerî kêm dike, bikaranîna wan tê destekkirin. Lê belê mîna çekên nukleer, atom, kîmyewî û biyolojîk, dema ku ji bo desthilatdarî û hêzê weke çekekê têne bikaranîn, hingî dikare zerareke mezin bidin mirovahiyê.

Di vê dosyaya xwe de em ê êrîşên bi droneyan binirxînin ku bi taybetî dewleta Tirk salên dawî bi binpêkirina hemû pîvanên şer û mafên mirovan li Kurdistanê pê êrîşan dike. Lê belê girîng e ku bê destnîşankirin, tevî ku me serî li gelek profesorên hiqûqa navneteweyî û kesên di vê mijarê de pisporin dan, gelekan nexwestin li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên bêmirov biaxivin. Parêzerên Belçîkî Selma Benkhelîfa û Georges Henrî Beaûthîer jî ku em pê re axivîn, ji vê rewşê gilî û gazinan dikin.

DRONE YAN JÎ BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN BÛNE ÇEK

Balafirên bêmirov drone yekemcar bi armanca leşkerî hatin bikaranîn. Lê belê piştre bi pêşketina teknolojiyê re li nava sektora sivîl jî belav bûn. Droneyên ku destpêkê ji bo kişandina dîmen û wêneyan hatin bikaranîn, di vê demê de li qadên çandinî, înşaet, medya, tenduristî, gihandina kargo û gelek sektorên din têne bikaranîn.

Lê belê di vê serdemê de bi giranî li qada leşkerî di mijarên îstîxbarat, çavdêrî, keşif û weke çekê têne bikaranîn. Bi taybetî li qadên şer di asta ku hiqûq û mafên mirovan binpê bikin, têne bikaranîn ku dibin sedema fikaran. Dewlet jî di afirandina çekên otonom û nîv otonom de ketine nava pêşbirkê. Ji ber ku drone ji bo dewletan ji aliyê leşkerî ve tê wateya 'windahiyeke kêm û maliyeta kêm'. Pêwîstiya balafirên bêmirov bi pîstê nîne, demeke dirêj dikarin li hewa bimînin, li gorî daxwazê li qadeke berfireh an jî teng dikarin bibin sedema encameke hilweşîne, ji bo vê jî dikarin bombeyên giran hilgirin. Operatorekî li ser kompûterê ji cihekî bi hezaran kîlometreyî dûr dikare amûrê kontrol bike û dikare mirovan bikuje. Mîna ku bi lîstikeke kompûterê bilîze.

LI ROJHILATA NAVÎN Û ASYAYÊ GELEK SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îsraîl, Îngilistan, Îran, Erebistana Siûdî, Hindistan, Çîn, Rûsya çend ji wan welatan e ku teknolojiya droneyê bi kar tînin. Ji niha ve artêşa bi dehan welatan xwedî teknolojiya balafirên bêmirov ên bombebarkirî ne. Dewleta Tirk jî salên dawî tevlî bazara droneyan a navneteweyî bû. Drone heta niha li Efganistan, Pakistan, Yemen, Sûriye, Iraq, Lîbya, Somalî, Ûkrayna, Fîlîstîn û gelek herêmên din di şer de hatin bikaranîn. Mînak DYE û Îngilistanê beriya ji Efganistanê xwe vekişînin nêzî 1000 carî êrîşên bi droneyan kirin. Li gorî nûçeyeke par a Eûronewsê, di êrîşên balafirên bêmirov ên bombebarkirî de li Efganistan, Somalî, Pakistan û Yemenê ji 10 hezar heta 20 hezar sivîl hatin kuştin.

Welatên din ên mîna koalîsyona Erebistana Siûdî-Mîrnişînên Ereb, li Yemenê gelekî bi kar anîn. Li gorî agahiyên di ajansan de hatin parvekirin, di nava 8 salên dawî de di êrîşên bi droneyan de zêdeyî 8 hezar sivîlên Yemenî hatin kuştin. Herî dawî ji aliyê Îsraîlê ve di şerê bi Fîlîstîniyan re gelekî tê bikaranîn.

HAN: ŞERÊ DRONEYAN DATAÎZMA KUŞTINÊ YE

Di mijara bikaranîna droneyan de tevî ku îtiraz hene jî di vê mijarê de pêşketineke bi lez nîne. Lewma pênaseyên têkildarî îtirazên exlaqî-felsefî hîn kêm in. Nivîskarê ji Koreya Başûr, îdeologê çandê û fîlozof Byûng-Chûl Han di pirtûka xwe de ya bi navê "Li ser tunebûna rîtûelan" destnîşan dike ku asîmetriya total a şerê droneyan, pênaseya şer bi xwe pûç dike. Han dibêje, "Mirin bi rêya makîneyê tê ferzkirin. Pîlotên droneyan bi rengê vardiyayan dixebitin. Kuştin ji bo wan karê sereke ye. Piştî xizmeta xwe bi merasîmekê 'qerta skor'ê ji wan re tê dayin ku nîşan dide bê çend kes kuştiye. Kuştina mirovan mîna di her karî de di vir de jî weke performans û serketinê tê dîtin. Algorîtma piştgiriyê dide kuştina bi rêya makîneyan. Aliyekî pornografîk ê kuştina operasyonên bi daneyan heye. Aliyê dijber tenê weke daneyan tê dîtin. Gotineke serokê berê yê CÎA hebû ku digot, 'Em hin mirovan li ser bingeha meta-daneyan dikujin'. Hevrikê ku weke sûcdar divê bê tunekirin êdî ji bilî daneyan nayê ti wateyê. Şerê droneyan dataîzma kuştinê ye. Kuştin li gorî daneyan bi rêya makîneyan tê kirin."

Han vê gotina Carl Shmîtt bi bîr dixîne: "Şer tê wateya şensê serketinê yê herdu aliyan. Dema ev ji holê hate rakirin, hingî dijmin tenê vediguhere tiştekî divê pêşî lê bê girtin."

BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN BOMBEBARKIRÎ LI DIJÎ KURDAN BÛNE 'TOROSÊN SPÎ' YÊN NÛ

Yek ji herêmên ku drone weke çekekê lê tê bikaranîn Kurdistan e. Gelê Kurd ji ber ku weke gelekî bêdewlet li nava sînorên çar welatan e, gilî û gazinên wan ji aliyê saziyên navneteweyî ve nayên bihîstin. Ji xwe gilî û gazin jî divê ji aliyê mekanîzmayeke dewletê ve bêne kirin. Dewleta Tirk salên dawî li hemberî Kurdên li nava sînorên dewletên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê bi hinceta 'ewlekariya xwe' êrîşên bi droneyan dike. Di encama van êrîşan de tevî şervanên Kurd gelek sivîlan, siyasetmedaran jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî jî di daxuyaniyên xwe de qebûl kir ku di van êrîşan de sivîl hatine kuştin. Lê belê di vê mijarê de nekete nava liv û tevgerê. Bêyî ku navê êrîşkar dewleta Tirk bê bilêvkirin êrîş bi daxuyaniyên şermok hatin şermezarkirin. Li gorî Kurdan sedema vê yekê ew e ku saziyên navneteweyî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin.

Di nameya li ser çekên droneyê de hate weşandin ku bi pêşengiya Enstîtuya Paşeroja Jiyanê (Future of Life Institute) hate weşandin, droneyên otonom bi vî rengî tê pênasekirin: "Ji bo çalakiyên mîna kuştina komeke etnîkî, bêqisûr e." Ya ku dewleta Tirk salên dawî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî dike ev e. Dr. Hawzhîn Azeez ku analîzek li ser droneyên Tirk amade kir, vê pênaseyê temam dike. Azeez 'droneyên gewr' weke 'wesayitên Toros ên spî' yên nû pênase dike, ku ew wesayit di salên 1980 û 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve ji bo kuştinê dihatin bikaranîn.

Dewleta Tirk piştî sala 2015'an giranî da ser pîşesaziya parastinê ku bi biryarnameyeke di hukmê qanûnê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ve hate girêdan. Li Tirkiyeyê hin şîrketên pîşesaziya parastinê ketin nava şîrketên herî mezin ên cîhanê yên ku çekan difiroşin. Şîrketên weke ASELSAN, TAÎ û Roketsan di nava sed şîrketên destpêkê de ne. Rastiyeke tê zanîn ku hin ji şîrketên di pîşesaziya parastinê de ne yên malbata Serokkomar Erdogan û dostên nêzî wî ne. Zavayê Erdogan Selçûk Bayraktar balafirên bêmirov û balafirên bêmirov ên bombebarkirî hildiberîne. Şîrketa BMC a Ethem Sancak ku di organên rêveberiya biryardanê ya navendî ya AKP'ê de wezîfe kir, wesaitên zirxî, Koma Katmercîler a parlamenterê berê yê AKP'ê Îsmaîl Katmercî TOMA û wesayitên zirxî hildiberîne. Ji bo van şîrketan li gel teşwîqê her wiha ji aliyê bacê ve derfet têne dayin. Qadên ji bo razemeniyê jî bi belaşî têne dayin.

BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN BOMBEBARKIRÎ 'YÊN NETEWEYÎ Û XWECIHÎ' KU PARÇEYÊN WAN JI DERVEYÎ WELAT TÊNE ANÎN

Şîrketa Baykar a ku xwediyê wê Bayraktar e, tenê di sala 2022'an de 200 TB2 hilberand. Di nava sala 2023'an armanca xwe bi du qatî zêde kirin. Amûra hewayî ya biçek Bayraktar heta 27 saetan dikare li hewayê bimîne. 4 bombeyên bi lazer dikare hilgire. Li qada ku dikeve ber qada peyka TURKSAT'ê dikare bê bikaranîn.

Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk ku berê li hemberî Kurdan gelekî dihatin bikaranîn, yekemcar ji aliyê Azerbaycanê ve li hemberî hêzên Ermen jî hate bikaranîn û bi vî rengî li qada navneteweyî bal kişand. Bi vî rengî ji bo razemeniyê hate bikaranîn. Piştre jî li Ûkraynayê hate bikaranîn.

Dewleta Tirk ji bo van balafirên bêmirov û balafirên bêmirov ên bombebarkirî gelek caran dibêje 'xwecihî ye û neteweyî ye' û pê pesnê xwe dide. Halbûkî motor, sîstema kamera, sensor û parçeyên bi vî rengî yên krîtîk, her wiha bombeyên pê ve têne bicihkirin ji derveyî welat têne kirîn. Tevî ku salên dawî dibêje ku sîstema xwe ya kamera bi kar tînin jî welatên ku wan balafiran difiroşin wan bi xwe sîstema ji derve hatine kirîn tercîh dikin. Dewleta Kanadayê piştî şerê li Qerebaxê firotina sîstema kamera ya ji bo dewleta Tirk qedexe kir, lê belê di çarçoveya alîkariya ji bo Ûkraynayê de ji bo li TB2 Bayraktar bê bikaranîn ji Tirkiyeyê re firot.

LI WELATÊN KU JÊ RE TÊNE FIROTIN JÎ GELEK SIVÎL TÊNE KUŞTIN

Tevî ku agahiyeke şênber nîne jî tê gotin Baykar neta niha li 30 welatî gelek TB2 firotiye ku yek a wan bi 5 milyon dolarî ye. Dewleta Tirk droneyên biçek bi giranî ji Rojhilat Navîn, Kafkasya û Efrîkayê re difiroşe. Polonya û Romanya jî di nava wan welatan de hene ku ji dewleta Tirk balafirên bêmirov ên bombebarkirî kirîne.

Lê belê bi giranî ji welatên Efrîkayê re têne firotin. Efrîka ji bo dewleta Tirk bûye bazara leşkerî: Fas, Etiyopya, Somalî, Bûrkîna Faso, Rûanda, Togo, Tûnûs, Nîjer, Nîjerya, Malî, Cîbûtî...

Dewleta Tirk li welatên ku balafirên bêmirov ên bombebarkirî ji wan re difiroşe dibe sedema komkujiyên sivîlan. Mînak, di êrîşa dewleta Etiyopyayê ya sala 2021'ê de ya li herêma Tîgrayê ku bi balafira bêmirov a bombebarkirî kir nêzî 60 sivîl qetil kir, bi dehan jî birîndar kir. Rojnameya The Washîngton Postê jî di nûçeyeke xwe ya Sibata 2022'an de piştrast kir ku balafira bêmirov a bombebarkirî ya êrîş pê hate kirin a dewleta Tirk e. Di rapora Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de jî ev agahî hate bicihkirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî li herêma Oromîa ya Etiyopyayê balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên Tirk gelekî têne bikaranîn.