Di festîvala Dersimê de banga piştgiriya HDP’ê hate kirin

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê Festîvala Dersimê ya 10’emîn hate lidarxistin. Di festîvalê de piştgiriya ji bo HDP û Selahattîn Demîrtaş derkete pêş.

Festîvala Dêrsimê ya Ewrûpayê ya 10’emîn a ku her sal tê lidarxistin îsal jî bi axaftin û stranan bi dawî bû.

Festîvala a ku FEDA, ADEF, Cemiyeta Avakirina Dersimê, Komeleya Dersimê ya li dijî Qirkirinê û Dersim Sporê pêşengiya wê dikir, gelek saziyan jî piştgirî dan festîvalê.

Di festîvalê de li ser dikê wêneyê Seyîd Riza, Îbrahîm Kaypakkaya, Zeynep Kinaci û Mazlûm Dogan hatin daliqandin û ji bo HDP’ê jî stand hatin vekirin.

‘GIYANÊ SERKEFTINÊ HATIYE BIDESTXISTIN’

Îro piştî nîvro jî Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî. Sariyildiz got ku, “Tişta ku me tîne ba hev, giyanê berxwedanê ye. Navê vî tiştî jî giyanê serfirazî û serkeftinê ye. Dagirkeran herî dawîn Cizîr û Sûr hilweşandin. Lê li hemberî giyanê berxwedanê têk çûn. Herî dawîn Mehmet Tûnç wisa got, ‘Em neviyên Seyîd Riza, Şêx Seîd in, em ê teslîm nebin. Çiyager jî diyar kiribû ku, çi dibe bila bibe, ew ê ya dawîn mûhteşem be. Êdî ew dawî nêz dibe. 40 sal in em li ber xwe didin. Dewlet a niha di nav krîzeke mezin de ye. Êdî ew îflah nabin, dawiya dîktatoriya wan hatiye.

‘EM PARTIYÊN PERGALÊ LI DÊRSIMÊ TÊK BIBIN’

Serokê Giştî yê ADEF’ê Mûharrem Erdogan jî axivî û got, “Ey Erdogan, divê tu bizanibî ku Kurd, Ermen, Elewî, Tirk, Asûr û hemû gelên bindest di bin banê HDP’ê de ew ê têk bibin. Ez bang li gelê me yê li Dêrsimê dikim. Em CHP û partiyên pergalê têk bibin. Divê gelê Kurd li hemberî faşîzma Erdogan û Bahçelî bibin yek.”

‘EM BIBIN YEK Û BI SER BIKEVIN’

Nûnerê Federasyona Meclîsên Sosyalîst Huseyîn Şîmşek got dewlet dixwaze sîstemeke faşîst a nû ava bikin û wiha domand; “Li Kurdistan û Tirkiyeyê sîstemeke faşîst ya nû tê ava kirin. Faşîzm sîstemeke ku dijminê gelan, jinan û hemû beşên civakê ye. Vê sîstemê Tirkiyeyê xistiye nava rewşke xeternak. Divê li dijî vê sîstemê têbikoşin. Ev dem demeke gelek krîtîk e. Ev hilbijartinên li pêşiya me ne hilbijartineke ji rêzê ye. Di vê em destkeftiyên Kurdan û Elewiyan biparêzin. Ji bo vê ev hilbijartin girîng e. Erkeke mezin dikeve ser milê Dersimî û Elewiyan. Em weke Federasyona Meclîsên Sosyalîst ku pêkhateya HDP’ê ne erka dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Em bibin yek û bi ser bikevin.”

Namzeta Parlamenteriyê ya Dersimê ya HP’ê Meral Hambayat û namzetê HDP’ê yê Îzmîrê û hunermend Ferhat Tûnç jî axivîn û daxwaz ji Elewiyên li Ewropa kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

Serokê AAKBF’ê yê Netewî Tûrgût Oker jî diyar kir ku HDP rizgarî ye û wiha got; “Tenê hilbijartineke ya dawî li dîktatoriya Erdogan bîne, divê HDP bendê derbas bike. Ev ne ji bo hilbijartinê ye ev ji bo jiyana hevpar neçariyek e. Em weke xwediyên qedîm yên vê xakê ji bo bihev re jiyaneke azad bijîn divê em têbikoşin.”

Serokê AAKBF’ê Huseyîn Mat jî got berxwedan di koka Dersimê de heye û wiha got; “Em ê bi hevre nasnameya xwe û baweriya xwe azad bikin. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo vê fersendek e. Em weke civaka ku rastî zext û bê mafiyê hatin em ê li beramberî zaliman li gel mazlûman cih bigrin. Ji bo aşitî û azadî were Tirkiyeyê divê HDP bendê derbas bike. Elewî wê piştevaniya demokratîk nîşan bidin. Rojên xweş li benda me ne.”

Parlamenterê Federal yê Partiya Çepgir a Elmanyayê Gokay Gunay jî qala qirkirina Dersimê kir û wiha got; “Di tevayî dîrokê de zext û komkujî li ser Dersimiyan hate kirin. Li dijî van divê têkoşîna hevpar were kirin.”

Di festîvalê de Grup Varvara çalakiyek pêşkêş kir û festîval bi derketina ser dikê ya hunermend Yelda Abadî, Grup Mûnzûr, Silbis û Tarî, Mehmet Ekîncî, Taylan Yildiz û Veysel Aydin bi dawî bû.”