Derhêner Hûsson: Ocalan hêzê dide jinan

Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" Eva Hûsson ku fîlmê wê li gelek welatên Ewropayê hate nîşandan, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerî û hêzê dide jinan. Hûsson her wiha got, cîhana rojava xiyanet li Kurdan kiriye û ev yek 'cihê şermê' ye.

Fîlmê "Les Fîlles du Soleîl" (Keçên Rojê) ya derhênera Fransî Eva Hûsson, ku qala berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike, bi taybetî berxwedana li Şengalê vedibêje, li gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî bal kişand. Derhêner Eva Hûsson ji ANF'ê re axivî.

Hûsson diyar kir, wê gelek nûçe û nivîsên li ser komkujiya Şengalê û drama jinên Kurd xwend û nivîsên derbarê jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê dîl hatin girtin û piştî hatin rizgarkirin rahiştin çekê, gelekî bandor li wê kirin. Hûsson got, wê wextê wê biryar da fîlmekî wiha çêbike.

Hûsson got, "Diviyabû min fîlmekî welê çêbikira, ku ne tenê dram di heman demê de min berxwedan û têkoşîn jî vebigota."

MIN QALA PIRSGIRÊKA KURD NEKIR, MIN QALA JINAN KIR

Hûsson anî ziman, fîlmê Keçên Rojê ne ew fîlm e ku qala pirsgirêka Kurd dike û got, "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gelekî mezin e û ez zêde li ser mijarê serwext nînim. Ne rast bû ku fîlmekî li ser pirsgirêka Kurd çêbikim. Ji xwe ne mijareke ku mirov karibe di nava du saetan de vebêjin. Armanca min vegotina jinan bû û min ew kir. Zanim ku hin rexne jî tên. Lê di nava 2 saetan de eger min fîlmekî li ser YPG, YPJ, PKK û pêşmergeyan çêbikira, wê gelekî tevlîhev bûya. Yên li fîlmekî wiha temaşe bikira wê di dawiyê de bipirsiya bê çi bû. Ji xwe li ruhê sînemayê nayê ku mijareke ewqasî berfireh di fîlmekî de bê vegotin. Dubare dikim, armanca min vegotina jinan bû."

'JIN JIYAN AZADÎ' HÊZA JINAN E

Li ser dirûşma "Jin jiyan azadî" ku bingeha fîlm e, derhêner Eva Hûsson dirûşm bi Kurdî dubare kir û got, "Ev dirûşm berhama çanda têkoîna bi salan a şervanên jin ên Kurd e. Zanim ku çavkaniya vê dirûşmê jinên PKK'yî yên bi pêşengiya Ocalan e. 'Jin jiyan azadî' nîşaneya hêz, hebûn û wateya jinan e. Ya herî girîng jî ew e ku ev dirûşm êdî gerdûnî bûye. Di bingeha fîlm de ev dirûşm heye, ji ber ku min xwest hebûn û hêza jinê nîşan bidim. Ev dirûşm di heman demê de dîroka jinê ronî dike."

'OCALAN HÊZÊ DIDE JINAN'

Hûsson da xuyakirin, jinên Kurd ên bûne mijara fîlm, jinên bi salan e têdikoşin û xwedî çandeke gelekî xurt e. Hûsson anî ziman, tezên Ocalan ên derbarê jinan bala wê kişandine û got, "Ocalan ne tenê mêran perwerde dike, ya jî ne tenê paradîgmaya civakeke azadîparêz û wekhev pêşkêş dike. Di heman demê de hêz û baweriyê dide jinan ku jin dikarin bi hêza xwe her tiştî bike."

ŞERMA CIVAKA NAVNETEWEYÎ

Eva Hûsson li ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê got, "Ne ji Kurdan bûya dawî li DAÎŞ'ê nedihat. Her kes bi vê zane." Bi dewamî got, "Piştî ku DAÎŞ hat ber tinebûnê, cîhana rojava Kurd bi tenê hişt. Ev yek ji bo civaka navneteweyî cihê şermê ye. Bi tenê hiştina Kurdan, hem nayê fêhmkirin hem jî ne normal e. Ez baş bi vê xiyanetê zanim. Kalkê min di şerê navxweyî yê Spanyayê de li dijî faşîzma Franco şer kir. Piştre derbasî Fransayê bû û têkoşîna xwe dewam kir. Wê wextê Ewropayê destek neda têkoşîna Spaniyan a li dijî Franco û ew bi tenê hişt. Yanî xiyanet kir. Niha jî heman tişt li Kurdan tê kirin."