Dengê ku ji pişt çiyayên Qafê bilind dibe: Radyoya Êrîvanê

Arîşeva Radyoya Êrîvanê ya 65 salî ku li ser bîra Kurdan şopeke kûr hiştiye bi keda hunermend Cewad Merwanî bi navê, ''Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê'' bû pirtûkeke 4 cîdlî. Merwanî ev dengên, ''Ji pişt çiyayê Qafê bilind bûyî'' bi notayên tomar kir.

Dengê radyoyê ku 1955'an li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê dest bi weşanê kirî ji hemû Kurdistanê dihate bihîstin. Radyoya ku bîra girîng a dîroka nêz e, bi salan hemû Kurd li dora xwe kom kirin.

Di radyayoyê gelek stran bi dengê stranbêjên weke Q    erapêt Xaço, Aram Tîgran, Aslîka Qadir,  Şeroyê Biro, Sûsika Sîmo, Fatma îsa û hwd. kete nav malê Kurdan. Ew stran her wiha hatin qeydkirin û nemir bûn.

Ev stran bi çar cîldan bû pirtûk. Çapa pêşî ya serta pirtûkê mehên bihurî bi rengekî sînordar derkete pîyaseyê. 

Set ji 915 stranan pêk tê, tê payin ku çapa duyan di nêz de li Bakurê Kurdistanê û Rojava bikeve piyaseyê. Hunermend Cewad Merwanî ku mohra xwe li ser vê xebatê daniye got têkiliya wî ya bi radyoyaya Êrîvanê hê ji zaroktî dest pê kiriye û ji wê demê ve tim bi lêgerînekê bûye û cara pêşî 1995'an diçe Êrîvanê û stranbêjên ku bi salan li wan guıhdar kiriye, nas kirine.

Merwanî  dibêje 25 salan bênavber xebitiye, van 4 salên dawî b ekîbeke profesyonel xebitiye. Gotinên 915 stranan, notê wan di çar cîldan de tomar kiriye. Li gel vê hemû stranan bi dengê orjînal li CD'yê qeyd kiriye û dide ber xwenda û guhdarên Kurd.

Merwanî dibêje,  ''Dema ku ez zarok bûm li malê li Radyoya Êrîvanê dihate guıhdarîkirin. Min pê dizanî ku ew deng ji pişt çiyayan, ji pişt çiyayên Qafê tên. Ew dengê ku ji Êrîvanê dihate sêhrek li ser me hemûyan çêdikin. Her ku ev agir geş dibû, alavên wê bilind dibûn. Bêrî û hesret mezin dibû û min tim dixwest ku biçim. Lê dawiya salên 1995'an çûme Êrîvanê.''

Merwanî dibêje 2 mehan li wir maye, li wir Reşîdê Beso, Keremê Sead, Egîdê Cimo dîtine, ku bi salan ked dabûne radyoyê, wê demê xebateke kiriye û ev arşîv komî saer hev kiriye, 1996'an vedigere Elmanyayê û çawa ku vedigere dest bi xebatê dike lê ji bo ku qeyd kevn bûne deng xirab bûne, nedihatine fêhmkirin û ji ber vê xebatê bi salan dom kiriye.

Merwanî bi bîr dixe Weşanxneya Aramê pirtûka ji 400 stranî çap dike û ev pirtûk ji stranên rîtmîk pêk hatiye û piştî demekê fikra li gel stranên Rîtmîk ên Mewal jî tomar bike û ji bo vê xebatê li gel tekstê, notayê diviya CD jî hebûne piştre dest bi xebatê kirine, di encama xebatê de seteke 4 cîldî pêk hatiye. 

Seta pirtûkê ji 3 hezar û 250 rûpelî pêk tê û ev xebat bi ekîbeke profesyonel hatiye kirin.

Merwanî her wiha got Veysî Varlî notayên stranan derxistine, analîz kiriye û kedeke zêde ya Şiyar, Ewran, mamoste Servet û Mehmet Çakmak di xebatê de heye.

Merwanî her wiha got ew ê van berhemên ku beriya niha hatine tomarkirin, nivîsîn û belgekirin bişînin weqfa parastina çandê ya navnetewî û UNESCO'yê, ne tenê ev pirtûk, halê hazir ji hêla TEV-ÇAND'ê ve derdora 40 hezar stranî hatiye arşîvekirin û ew van hemûyan dinirxînin. Merwanî got, ''Helbet di nav van stranan de gelek stran hene ku dewleta Tirk dizî ne. Em hemû pê dizanin bi dehan stranên Kurdî kirine Tirkî û dizî ne.

Ev komkujî û qirkirina çandê ye. Li gel komkujiya fizîkî qirkirneke çandê jî li ser Kurdan heye. Govend, xwarin, wêje, stran û gelek tiştên din.

Niha xebateke me hjeye ku em ê pêvajoyeke wiha bidin destpêkirin. Hevdîtinên me yên bi hin hiqûqnasan re didome. Em ê ji ber vê komkujiyê dewleta Tirk li qada navnetewî bikişînin mehkemeyê.''

Merwanî her wiha got ew ê Radyoya Bexdayê jî bi vî rengî binivisin, piştre yên berhemên dengbêjên Serhedê binivisin.

Merwanî ragihand ku ew ê 1500 stranên Radyoya Bexdayê jî bi seteke weke vê tomar bikin.

Merwanî got, ''Piştre em ê dengbêjên Serhedê û kemençe û payîzokên Botanê jî bi vî rengî tomar bikin .Ev nirxên me ne. Ev zengînî û gencîneyeke mezin e.''