‘Dengbêjan dîroka Kurdan zindî hiştiye’

Dengbêj Yemlîxan Pîrkî diyar kir ku dengbêjî dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin e û got: “Kurdan bi dengbêjiyê çanda xwe geş kirine. Dengbêjî hem dîroka Kurdî ya hatî nivîsîn û hem jî çanda Kurd a devkî ye. Dengbêjiyê dîroka Kurdan zindî hiştiye.”

Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Çanda dengbêjiyê di dîroka Kurdan de wekî dîroka gotin û devkî tê zanîn. Di serdema me ya îro de jî ev çand hê jî zindibûna xwe diparêze. Dengbêj Yemlîhan Yuksel (65) ku bi navê tê naskirin Yemlîxan Pîrkî, dibêje dengbêjî dîroka Kurdan a ne hatiye nivîsandine û got, çanda dengbêjiyê pira di navbera nivşan de ye. Pîrkî, di 12 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di sala 1954’an de li gundê Pîrkî (Serince) ya navçeya Lice ya Amedê hatiye dinê. Pîrkî, di sala 1975’an de di dema erdheja Lice de koçî Amedê dike. 

‘DENGBÊJÎ JI ŞEVBIRKAN HÎN BÛ’

Pîrkî anî ziman ku dengbêjên herêma Serhedê bandoreke mezin li ser wî kiriye û di heman demê de ev bandor bûye sedama degbêjbûna wî jî. Pîrkî da zanîn ku di nava dengbêjan de, herî zêde ji Dengbêj Abdurrahim û Mehmet Alî bandor bûye û wiha axivî: “Nîştecihên gund her şev li dîwana dengbêjan dihatin li ba hevdû û ji wê demê şûn de heskirina dengbêjiyê bi min re pêş ket. Êvaran me guhdarî dengbêjan dikir û rojê jî ez şivan bûm û li ber sewalan min klam digotin. Ez dikarim bejim ez dengbêjiyê ji şevbirkan hîn bûme. Dema ku mirov fikir û ramana xwe tev bide ser karekî mirov di wî pêşeyî de pêş dikeve.”


‘DENGBÊJÎ DÎROKA KURDAN E’

Pîrkî da zanîn ku dengbêjî dîroka gelê Kurd a ne hatiye nivîsandin e û wiha pê de çû: “Dîroka her welatî bi awayekî nivîskî hatiye nivîsandin û heta roja îro hatine. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine û dîroka Kurdî zindî hiştiye. Mirov dikare bêje dengbêjî hîmê çanda Kurdan e.Welatek bê çand, bê dîroke jî. Bingeha zimanê Kurdî dengbêjiye û ji bo vê yekê ji tu carê zimanê Kurdî winda nebe.” 

‘DIVÊ ÇANDA DENGBÊJIYÊ DEWAM BIKE’

Pîrkî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê çanda dengbêjiyê berdewam bike û wiha got: “Berê dawetên Kurdan teqez bê dengbêj derbas nedibû. Bi giştî li ser evîn, mirin û qeheremaniyê kilam dihatin gotin. Em dixwazin çanda dengbêjiyê berdewam bike. Ev kevneşopî ya kal û pîrê me ye û divê ev berdewam bike. Dema ev kevneşopî dewam dike, mirov jî hem xwedî li çanda xwe û hem jî xwedî li zimanê xwe derdikeve."